Li Kampa Domîz jinên penaber kargeheke şêraniyê vekirin

09-03-2021
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
 Ev yekem kargeha şêraniyê ye li kampê ku jin birêve dibin
Ev yekem kargeha şêraniyê ye li kampê ku jin birêve dibin
Nîşan Kampa Domîz Penaber Rojavayê Kurdistanê Duhok Kampa Koçberan
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li Kampa Domîz, 5 jinên penaber ên ji Rojavayê Kurdistanê kargeheke şêraniyê vekirine. Rojane ew li gorî pêdiviyê amadekiriyên xwe dikin û şêraniyên wek peqlawe, kêk û coreyên din çê dikin. Ev yekem kargeha şêraniyê ye li kampê ku jin birêve dibin.

Rêxistineke xêrxwaziyê amûr û kelûpel bo wan dabîn kirine û ew jinên penaber jî berhemên ku amade dikin rojane difiroşin.

Ew jin ku xwedî zarok in, dahata wan li gor kar e û li gor plana xwe ya rojane ew di navbera 15 ta 25 hezar dînar qezenc dikin û bi vî awayî debara malbatên xwe dikin.

Fatme Ehmed, penaber, dibêje, “Bêhna  me gelek teng bû, em di malê de bûn, kar nebû. Hevjînê min jî betal e. Ev bo me vekirin, gelek kêfa min hat. Dahatek e bo min, mal û zarokên min.”

Felek Yûsif, penaber, dibêje, “Em peqlawe çê dikin, kêkan çê dikin û heta niha karê me bi rêk e.”

Ji bo danasîna berhemê xwe wan jinên ku temenê wan di navbera 27 ta 44 sal e, ahengek saz kirin û bi stran û muzîkan bala xelkê radikêşin. Wan jinan cihek taybet vekirine li nav kampê bo ku penaber dema xwe lê derbas bikin û şêrîniyan bikirin.

Amûr û kelûpelên ku ew jin pê kar dikin, ji aliyê rêxistina xêrxwazî ya bi navê The Lotus Flower ve hatine dabînkirin û di heyama 6 mehan de dê çavdêriya wan bikin û bazarê bo berhemê wan peyda bikin.

Viyan Ehmed, Rêvebera Rêxistina The Lotus Flower, dibêje, “Me rahênan kirine ka dê çawa karê xwe birêve bibin jibilî çawaniya çêkirina tiştan. Herwisa em dê hewl bidin peywendiya wan bi market û cihên nav parêzgeha Duhokê de pêk bînin da ku bikarin berhemê wan bifiroşin.”

Li amarên Rêveberiya Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranên li Duhokê, zêdetirî 80 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê di nav 5 kampan de li Duhokê niştecî bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst