Piştî têkçûna rewşa Kerkûkê niha bajar di nav zibil de maye

Kerkûk (Rûdaw) – Ew cade û kolanên ku di qonaxa avakirina Kerkûkê de hatibûn çêkirin, piştî hatina Heşda Şabî û hêzên Artêşa Iraqê û koçberbûna ni hezarn welatî, niha di bin zibil de mane.

 

Welatî dema pêdiviyên xwe yên rojane dikirin, dikevin xema ka dê paşmayên wan biavêjin çi derekê. Welatî ji bêxizmetguzariya bajêr bêzar bûne lê nizanin ka gileh û gazinên xwe ji kê yan çi aliyekî re bikin.

 

Zêdeyî 7 sal e kompanyayek ziblê Kerkûkê kom dike û diavêje, ji 28ê meha borî ve girêbesta wê bidawî bûye û kar rawestandiye. Lê heta niha zêdeyî 12 milyar dînarên wê li ba îdareya Kerkûkê ne.

 

Li şaredariya Kerkûkê jî ti hewldaneke dilxweşker nayê dîtin. Ji wê dema îdareya Kerkûkê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê 10 milyon dolarên petrodolar werdigirtin hatiye rawestandin, îdareya Kerkûkê êdî nikare pereyên kompanyayan jî bide.

 

Herçiqas niha Kerkûk di jêr kontrola Heşda Şabî û hêzên Iraqî de ye, lê hikûmeta Iraqê jî alîkariyê nake û ew erk xistiye stoyê şaredariyê, ew jî dibêjin ku nikarin wî hemû ziblê Kerkûkê rakin.

 

Li Kerkûkê rojane 600-700 ton zibil û paşmayên kel û pelan tê avêtin, niha şaredarî tenê dikare 100-150 ton zibil û paşmeye gilgire yan biavêje.

 

Kerkûk li ser şeş beşên şaredariyan hatiye dabeşkirin, du navendên komkirina zibil li bakur û başûrê bajêr hene, yek navenda serekî ya komkirina hemû zibil e û bi awayekî tendirûst dixe jêr erdê.