Hunermend Mihemed Şêxo hat bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo hunermend Mihemed Şêxo hat bibîranîn.

 

Îro 29 sal di ser koça dawiyê ya hunermend Mihemed Şêxo re derbas bûn, sal bi sal jî di 9ê Adarê de, ji gelek navçeyên Rojavayê Kurdistanê, xelk û nûnerên aliyên siyasî serdana gora Mihemed Şêxo li goristana Hilêliyê li nav bajarê Qamişlo dikin.

 

Li ser gora Mihemed Şêxo, çend peyamên siyasî jî hatin xwendin, Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Hesen Salih, ku di nav ENKSê de cih digire, daxwaz kir ku li hember van êrîşên ku ji aliyê Tirkiyê bi ser Efrînê têne kirin, helwesteke Kurdî ya yekgirtî hebe.

 

Di bîranîna 29 saliya koçkirina hunermendê navdar Mihemed Şêxo de, li goristana Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji sibehê ve, bi sedan rewşenbîr û hunermendên Kurd, herwiha welatî û şandên partî û rêxistinan serdana gora Mihemed Şêxo kirin weke wefedarî bo ked û xebata wî ya hunerî û doza netewa Kurd.

 

Ofîsa Jin û Ciwanên Partiya Yekîtî jî bi beşdarbûna Koma Xelat hin ji stranên Mihemed Şêxo li ser gora wî strandin, herwiha Cîgirê Sekreterê wê partiyê da zanîn ku Mimehmed Şêxo deng û stranên xwe terxanî doza neteweya xwe kiriye.