Mihemed Şêxo di 28emîn salvegera wefata wî de hat bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Berî 28 salan, roja 9 Adara 1989 de, hunermendê Kurd Mihemed Şêxo wefat kiribû. Li bajarê Qamişlo xelk, hunermend û kesatiyên rewşenbîr li ber tomargeha wî û herwiha li ser gora wî kom bûn û ew bi bîr anîn.

 

Di 28emîn salvegera koçkirina Mihemed Şêxo de, hejmareke mezin ji xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê berê xwe dane ser gora wî û stranên wî gotin.

 

Herwiha gotarên cur bi cur li ser rol û keda Mihemed Şêxo pêşkêş kirin.

 

Îro  28  sal bi ser wefata hunermendê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Şêxo re derbas dibe.

 

Li bajarê Qamişlo li pêş tomargeha Felek, a Bavê Felek, Mihemed Şêxo xelk civiyan û berê xwe dan goristanê. Hunermend û birayê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo dibêje, ku kedea Mihemed Şêxo ji aliyê miletê wî ve nayê jibîrkirin, lewma hersal kurdên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin gora wî û stran û awazên Mihemed Şêxo tînin ziman.

 

bi gotina  Hunermend Emad Darî ku rolek mezin ji Mihemed Şêxo re hebû di pêşketina Hunermendan de, heriwha  Hunermendên Rojavayê Kurdistanê û bajarê Qamişlo bi taybet  wî  weke çêderekî hunerî ji xwe re dîbînin.

 

Nivîskar û Helbestban Konê Reş balê li ser girêdana Hunera Mihemed Şêxo bi welat ûeEvîniyê dikşînê û dibîne her dem stranên wî ji gotinên nîvîskar û helbestvanên Navdar bûn.

 

Her sal di roja bîranîna koçkirina Hunermendê Navdar Mihemed Şêxo de, hejmareke mezin ji xelkên Rojavayê Kurdistanê li gel rewşenbîr û nivîskar û hunermednan , li ser gora Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo dicivin û stranên wî distirên û gotarên cur bi cur li ser rol û keda wî pêşkêş dikin.