Li Amedê civîna lûtke ya Kurdî - 8 partî lihev civiyan!

09-03-2016
RÛDAW
Nîşan Amed Civîna lûtke ya Kurdî Partiyên Kurdî Bakurê Kurdistan
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) îro bi 7 partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê re li bajarê Amedê civiya, daku pêşhatên dawî yên li Bakurê Kurdistanê bi wan re binirxîne.

 

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, Kongreya Civaka Demorkatîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rayedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), îro çarşemî 9ê Adarê bi rayedarên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Tevgera Azadî û Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê (PDK-Bakur) re civiyan.

 

Civîna navbera partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê îro saet 14:00ê li gor dema Tirkiyê û li Salona Civînan a Sumerpark a Amedê dest pê kir û di civînê de pêşhatên herî dawî li parêzgeh, bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê tên nirxnadin.

 

Hat zanîn, civîna îro li ser daxwaz û banga KCDê hatiye lidarxistin.

 

Ji aliyekê din ve, bo dawî anîna bi operasyonên li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, PAK, PSK, OSP, Tevgera Azadî, PDK-Bakur û PAKURD dê bi balyozên Amerîka û welatên Ewropayê yên li Tirkiyê re hevîdtinan bikinn.

 

Serokê OSPê Sînan Çîftyûrek li ser vê yekê got: “Em gaveke dîplomasiyê didin destpêkirin. Emê bixwazin bi çavên me ew mijara kurd û Kurdistanê pirsgirêkên li Bakur û Tirkiyê fêm bikin.”

 

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadiyê Sidqî Zîlan jî li ser vê xebata dîplomatîk axivî û got: “Emê ji wan bixwazin ku hikûmetê û PKKê razî bikin ku şer bidin sekinandin. Di şûna şer de bila bixwazin herdu alî girîngiyê bidin mase, diyalog û rêyên siyasî.”

 

Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk jî nêrîna xwe li ser vê yekê anî ziman û got:

 

“Emê ji wan welatan bixwazin pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Ev pêvajo jî divê weke berê nebe. Pêwîst e hemû partiyên kurdan di van hevdîtinan de bin û garantoreke navneteweyî jî di vê pêvajoyê de cih bigre.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst