Dîmenên nû yên Nêçîrvan Barzanî: Di nav serhildana Silêmaniyê de!

Hewlêr (Rûdaw) – Di dîmenên nû yên serhildana sala 1991 a Başûrê Kurdistanê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ku wê demê endamê rêveberiya PDKê bû, gel ji bo serhildanê teşwîq û gij dike.

 

Yekemîn pêla serhildana sala 1991 a Başûrê Kurdistanê li dijî rêjîma wê demê ya Iraqê, li bajarokê Raniya dest pê kir. Du rojan piştî Raniya yanê 7ê Adara 1991, bajarê Silêmaniyê rabû.

 

Li gorî şahidan û kesên ku tevlî serhildana Silêmaniyê bûne, wê çaxê gel li bendê bû pêşeng û rayedarên Kurdistanî bikevin nav wan û wan teşwîq û gij bikin.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, bi nûnertiya Eniya Kurdistanî, ku ji partiyên Başûr pêk hatibû, roja 8ê Adarê çûbû Silêmaniyê û gotarek pêşkêşî gel kiribû. Gellek kes ji bo gotara Nêçîrvan Barzanî kom bibûn. Piraniya wan jî dayîkên şehîdan bû û wêneyên zarokên xwe hilgirtibûn.

 

Rayedarê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PASOK) Hoşmen Hamid, ku wê demê guhdarî gotara Nêçîrvan Barzanî kiriye, ji Rûdawê re got, gel wê demê germ bû lê bi gotara kak Nêçîrvan zêdetir germ bû. Ev jî bû sebeb ku pêla serhildanê derbasî hemû bajarên Kurdistanê bibe.