Malbatek Ermenî li Qamişlo bi heriyê berhmenê destî diafirînin

10-03-2016
Nûreddîn Osman
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Qamişlo Rojavayê Kurdistanê Malbata Ermenî
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê malbateke Ermenî dijîn, ku bi karê destî mijûl in û li heriyê amûran çêdikin û li bazarê difiroşin. Ew malbata Ermenî bi Kurdî diaxivin û hemû bi hev re mijûlî wî karî ne.

 

Malbata Ermenî ji 12 kesan pêk tê û li gor ku ew dibêjin, malbata wan zêdetirî 200 salan e ku bi wî karî re mijûl e.

 

Di dawiya sedsala 20an de, çêkirina qehfik û şerbikan gellek kêm bû û li welatan bi temamî ew kar rawestiyabû, lê li bajarê Qamişlo ev kar ji aliyê malbateke Ermenî ve hatiye parastin û heya roja îro jî ew malbat şerbikan çêdike û berhemên wan di bazaran de tên firotin.

 

Karê çêkirina şerbikan ne karekî hêsan e, ji ber ku kedeke zêde dixwaze û bi destekî hunerî şerbik tên çêkirin

 

Di vê malbatê de xwuşk jî alîkariya birayên xwe dikin û şerbikên xwe li cihekî kom dikin, ku soba êzingan têde pêxistiye, heya ku zuha bibin.

 

Zuhabûna qir û qehfan ji rengê wan yê sipî diyar dibe, piştî vê qunaxê, ew şerbikên xwe vedguhêzin hêtonê (kurê) û li ser agirekî xurt têne pijandin. Têhna agirê hêtonê di astekêde ye ku hesin dihlîne.

 

Ev hosta axa kîlê ji taxa Hilêliyê li bajarê Qamişlo tînin û li bêjîngê didin, daku zuxir û kevir di nav de nemînin, paşê dikin heriyeke rihin û her 60 teneke herî tenekeyek xwê tevlî dikin. Piştre heftiyekê dihêlin, heya ku hinekî hişk dibe piştî wê baş vê heriyê tev didin û distirên heya bibe mîna macûnê, û ev perçe jê têne çêkirin, mîna cerên avê û şerbikên pera û pûkan û cerên şînahiyê û guldank û qehfikên li ser dolmeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst