Li Sêrtê 2 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser du navnîşanan de girt û di encamê de 2 kes hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyan şeva borî li parêzgeha Sêrtê polîsan bi ser du malan de girtiye.

Du kesên bi navê Serhat Baykara û Yusuf Ozbay bi hinceta “propagandeya rêxistinê” hatin desteserkirin.

Her du kesên ku hatine desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya bajêr.

Li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê desteserkirin û girtinên bi hinceta PKKyê berdewam in lê beriya hilbijartinan ev yek zêdetir bûye.