HUDA PAR ji bo hilbijartina dersa Kurdî meşiya: ‘Ziman hebûna me ye’

10-02-2024
Abdulselam Akinci
HUDA PAR ji bo hilbijartina dersa Kurdî meşiya: ‘Ziman hebûna me ye’
HUDA PAR ji bo hilbijartina dersa Kurdî meşiya: ‘Ziman hebûna me ye’
Nîşan Êlih Dersa Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ji bo ku balê bikişîne ser hilbijartina dersa Kurdî û avakirina hişmendiya derbarê zimanê Kurdî de li Êlihê bi girseyî meşek li dar xist.

Dirûşma sereke ya meşê “Em Ji Bo Zimanê Xwe Dimeşin” bû. Endam û alîgirên HUDA PARê bi cil û bergên Kurdî li nav Êlihê 2.5 kîlometreyan meşîyan û belavokên di derbarê dersên bijarde de belav kirin.

Di meşe de Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli jî amade bû.

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli got, “Meseleya ziman berî her tiştî tê.”

Wî bangî hemû partiyên Kurdî kir ku di meselaya ziman de çalak bin ku zimanê Kurdî nemire.

HUDA PAR ew partî ye ku îsal rasterast piştgiriya kampanyaya dersên bijarde dikin û bangî temamî endam û aligirên xwe kir ku ji bo zarokên xwe îsal dersên Kurmancî û Kirmanckî hilbijêrin.

Zarok û ciwan, keç û jin, xort û kalên Êlihê ji bo balkişandina ser dersa Kurdî bi cil û bergên Kurdî çalakiya meşê li dar xistin.

Di çalakiya ku serpereştyarê wê HUDA PAR bû Parlementer Serkan Ramanli li gel endam û alîgirên HUDA PARî li Êlihê zêdetirî 2.5 kîlometreyan meşiya û li xelkê Êlihê belavokên dersên bijarde  belav kirin.

Parlamenterê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli got:

“Ziman tune be rumet tune ye, ziman tune be nasname tune ye, ziman tune be îstîkbal jî tune ye. Em bangî tevî gelê xwe dikin.

Îro firsend heye li dibistan û mekteban tercîha ziman bikin. Tercîha zimanê xwe bikin da ku zarokên me jî zimanê xwe zanibin û bi nasnameya xwe û bi hebûna xwe li ser pêyan bin.”

HUDA PARê îsal rasterast piştgiriya kampanyaya dersa Kurdî dike û temamî endam û alîgirên xwe teşwîq dike ku ji bo zarokên xwe wekî bijarde Kurmancî an jî Kirmanckî hilbijêrin.

Serok rêxistina HUDA PARê yê Êlihê Davut Şahîn anî ziman:

“Em îro ji bo ku em dixwazin dê û bav û zarokên me hinekî hişyar bin di vê mesele de, hinekî din agahiyên wan zede bibe dimeşin.”

“Ziman hebûna me ye”

Çalakvanekî ziman jî got:

“Ziman hebûna me ye, ziman berdewamiya me, berdewamiya gelê me ye. Ji ber wê jî divê em zimanê xwe ji bîr nekin, pê biaxivin.”

Di çalakiya ji bo ziman de zarok jî bi cil û bergên Kurdî bi pankartên ku li ser bi dirûşmên girîngiya zimanê zikmakî hatine nivîsîn meşiyan û bangî hevtemenên xwe kirin ku ew di polên 5-6-7 û 8an de Kurdî hilbijêrin.

Çalakvanekî din ê ziman anî ziman:

“Em dixwazin ku kultura me neyê jibîrkirin. Bi zarokên xwe nedin jibîrkirin. Zarokên me zanibin ku em Kurd in.

Zimanê xwe û Kurdiya xwe ji bîr nekin, ji ber wê min ev cil û berg ji wan re û ji xwe re çêkirine.”

Çalakvanekî din ê ziman anî ziman:

“Ez dibêjim ji wan re hûn jî li mekteban dersa Kurdî hilbijêrin û hîn bibin.”

HUDA PARê ragihand ku dê heta roja dawî ya serlêdana jî ew li bajarên cuda çalakiyên avakirina hişmendiya ji bo dersên bijarde pêk bînin.

Herwiha ew dibêjin pêşbîniya wan ew e ku di dawiya pêvajoyê hilbijartina dersan de herî kêm 100 hezar xwendekarên Kurd, Kurmancî û Kirmanckî hilibijêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst