Dîsa Efrîn dîsa birîna daran: Çekdaran vê carê jî 700 dar birîn

09-02-2024
RÛDAW
Dîsa Efrîn dîsa birîna daran
Dîsa Efrîn dîsa birîna daran
Nîşan Efrîn Birîna Daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Bilbil û Cindirêsê yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê çekdarên grûpên El Hemze û Siltan Muradê yên ser bi Tirkiyeyê ve 700 dar birîne.

Wan grûpan herwiha li navçeya Mabatayê û li bajarê Efrînê jî dest danî ser 2 xaniyan û ew firotin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Bêkê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê çekdarên grûpa El Hemze 600 darên kerezê birîn.

Heman grûpê li gundê Qijomayê jî 18 dar û li gundên Kokeb û Tilfê 35 û li navçeya Şerayê 46 darên zeytûnan birîn û ew wekî êzing li bazarê firotin.

Herwiha çekdarên grûpa Siltan Muradê jî li bajarê Efrînê dest danî xaniyekî û bi 4 hezar dolarî firotin.

Di heman demê de çekdarên grûpa El Hemze li taxa Eşrefiyeyê yê bajarê Efrînê dest danî ser xaniyekî û bi 900 dolarî firotin.

Çekdarên grûpa Siltan Muradê Kanûna Pêşîna 2023yan jî 290 darên zeytûnan li gundewarê Efrînê birîn û ew wekî êzing firotin.

Li gundewarê Efrînê çekdarên grûpa El Mutesim jî dest danî ser 3 xaniyan û bi zêdetirî 3 hezar dolarî firotibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst