Li Rihayê agir bi malekê ket: Kesek birîndar bû û 4 kes jî bi jehrî ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket û di bûyerê de kesek birîndar bû û 4 kes jî ji ber dûmanê bi jehrî ketin.

Li gorî zanyariyan di avahiyeke 5 qatî ya li taxa Meydanê ya navçeya Bêrecûkê ji ber sedemeke nediyar agir bi malekê ket.

Di bûyerê de welatiyê bi nave Ahmet Korkmazler birîndar bû û 4 welatiyên din ên bi navên Hediye (34), Damla (11), Recep (28) û Nazîre Çelîk jî ji ber dûmanê bi jehrî ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her 4 kesên bi jehrî ketine û welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Hat ragihandin ku rewşa Ahmet Korkmazler giran e û ji bo nexweşxaneyeke Rihayê hatiye veguhastin.

Agirê ku bi malê ketibû piştî demekê ji aliyê tîmên agirvemirandinê hat kontrolkirin.