Hewlêr (Rûdaw) – Lêkoler û zimanzan Zana Farqînî têkildarî dersa bijarde ya Kurdî got, “Xeta diyarker DEM Partî ye, eger bixebite dê sed hezar kes dersa Kurdî hilbijêrin.”
Lêkoler û zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku pêwîst e partî û saziyên Kurdan ziman wekî rikeberiyeke navxwe nebînin û wekî mijareke neteweyî lê temaşe bikin.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ji bo serlêdana dersên bijarde du hefte dem diyar kir.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarde yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanên amadeyî bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê dest pê kir.
Lêkoler û zimanzan Zana Farqînî û Akademîsyenê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Dr. Kenan Subaşi bûn mêvanê bultena Rûdawê.
“Ev mijareke siyasî ye”
Farqînî desnîşan kir ku mijara ziman mijareke siyasî ye û got:
“Ev 10-11 sal in dersa bijarde ya Kurdî li Tirkiyeyê bi awayekî fermî tê dîtin.
Lewra di pratîkê de cuda tê meşandin. Rêveberiya dewletê di vê mijarê de, ne jidil e.
Rêveberiyên dibistanan daxwazên malbatan, dê û bavan bincil dikin, nahêlin û berê wan bi taybetî didin dersên dînî.
Ji ber ku ev mesele, meseleyeke siyasî ye, Kurd dibêjin em dixwazin zimanê me bibe zimanekî fermî, statuyeke wê hebe û bi zimanê dayikê em perwerdeyekê dixwazin ne ku em li dû hînbûna zimanê xwe ne.
Ziman ji nasnmeyê ne cuda ye.”
“Ji ber hilbijartinên herêmî, dê li ser ziman bixebitin”
Farqînî got ku dewleta Tirkiyeyê naxwaze serweriya xwe, desthilata xwe bi Kurdan re parve bike û wiha berdewam kir:
“Ji ber vê yekê partiya siyasî ya sereke ya Kurdî, di warê dersa bijarde ya Kurdî de ne zêde şidandiye da ku dakeve qadê.
Lewra ji ber ku 31ê Adarê, hilbijartinên herêmî hene ez agahdar im ku dê meseleya ziman bi awayekî girseyî bê rojevê, dê meş werin lidarxistin.
Ez ji xwe ji destpêkê ve dibêjim ev mafekî xespkirî bû, piçek jî be li Kurdan hate vegerandin.
Divê Kurd li vê destkeftiya xwe xwedî derkevin. Ji ber ku di encama têkoşîn û berdêlên giran de ev hatiye bidestxistin.
Divê ev jî neyê piştguhkirin. Partî rêxistin û dezgehên Kurdan, dê û bav, hema her kes hewce ye ku xwedî li vê destkeftiyê derkevin.”
“Xeta diyarker li vir DEM Partî ye”
Farqînî li ser hewla partiyên siyasî û saziyên ziman got:
“Em ji bo DEM Partiyê bêjin, ew bêhtir li ser mafê perwerdeya dayikê dixebitin, mafê din wekî heqaretê dibînin.
Li gorî salên berê ev feraset piçekî sivik bûye.
Ji bo meseleya dersên bijarde jî mirov dibîne ku piçekî derî vedibe.
Elbet hemû derdorên Kurdî divê xwedî li mafê xwe derkevin lê xeta diyarker li vir DEM Partî ye.
Eger ku DEM Partî xwe bişidîne, belkî bi deh hezaran, sed hezaran serlêdan çêbibin.
Divê derdorên Kurdî jî mijara ziman wekî rikeberiyeke navxwe nebînin û divê wekî mijareke milî bibînin.”
“Bav û dê di navbera pîrik, kalik û zarokan de bûne wergêr”
Farqînî herwiha bal kişand ser wê yekê ku, “Dê û bav di navbera pîrik, kalik û zarokan de bûne wergêr. Ev ji ber sîstema asîmilasyonê diqewime.
Ji bo ku asîmilasyonê bi ser civakekê de bisepînin, dibêjin sebir bikin di nifşa sêyem de ew daxwaza we diçe serî.
Ya duyemîn, ji ber ku siyasetek û propagandeyeke reş tê meşandin ji dê û bavan re dibe wekî bîr û bawerî.
Divê em vê fersenda deshilatdaran daye afirandin bişikînin.
Îro di van rewşan de eger zarokek nexwaze jî dê hînî Tirkî bibe. Ji ber ku Kurdî li beramberî wê di asteke dezavantaj de ye.
Lewra Kurd di bin bombebaran zimanê Tirkî de ne.”
Subaşi: Zarokên bi zimanê xwe dixwînin pêşketîtir in
Akademîsyenê Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê Dr. Kenan Subaşi bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê Kurdî ya ji zarokatiyê ve û got:
“Ji aliyê derûnnasan û zimannasan ve gelek xebat hatine kirin. Encameke eşkere heye.
Li gorî vê, kesên bi zimanê xwe perwerde dibin li gorî kesên ku bi zimanê serdestan perwerde dibin gelekî serkeftîtir in. Ji aliyê akedemîk ve pêşketîtir in û ji aliyê jiyana xwe ve jî.
Mixabin zarok ji zimanê xwe yê perwerdeyê diqetin û ji pêşdibistanan ve maruzî zimanê Tirkî dibin. Di perwerdeyê û hemû qadên jiyanê de.
Ev jî ji aliyê akademîk ve tesîreke nerênî li wan dike.”
Subaşi diyar kir ku li ser encamên perwerdeya dersa Kurdî ya bijarde ew hewl didin ku lêkolînê bikin û got:
“Mijara lêkolînê li pêşiya me ye. Ez hêvî dikim ku di demeke kurt de lêkolînek derkeve.
Niha pêwendiya me bi mamosteyên dibistanan re hene, danûstandinên me hene.
Di encama van pêwendiyan de em dibînin ku zarok li aliyê Kurdiya ku li malê diaxivin, hînî xwendin, nivîsandin, dîrok û edebiyata zimanê Kurdî dibin.
Hem ji aliyê xwendinê ve, hem jî ji aliyê edebiyat û dîroka Kurdî ve dibin xwedî zanyarî.”
“Li Bakur pêşketin nîne”
Subaşi herî dawî got:
“Dema mirov li dîroka edebiyata zarokan dinêre, li Kafkasê li Sovyetê bi pêş ketiye.
Heta dema Komara Mihabadê ya Kurdistanê ava dibe, di nava 8 mehan de, ji ber ku sîstem û perwerde heye, ji ber ku wezaretek hatiye avakirin û dibistan hene edebiyata zarokan derketiye holê.
Bi vê re plwendîdar, di dîroka edebiyata zarokan de, li wan parçeyan geşedan çêbûne, pêşketin çêbûne lê mixabin li Bakur heta niha jî pêşketineke wisa nîne. Ji ber ku perwerde nîne.
Pêşkeftina heyî jî di 20 salên dawî de çêbûye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse