Nivîskar Ocal: Bigihin hawara Semsûr û Besniyê, bi hezaran mirî hene

09-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û hîndekar Faîk Ocal ji navçeya Besnî ya Semsûrê ragihand, ji ber erdhejê li navenda navçeyê û gundan gelek mirî hene û kesên di bin xirbeyan de mane li benda alîkariyê ne û bang li her kesî kir.

Erdhejên roja 6ê Sibatê yên bi hêza 7.7 û 7.6 ên li her du navçeyên Bazarcix û Elbistanê ku bandor li 10 parêzgehên din ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî kir, bûn sedema wêraniyek gelek mezin li parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê.

Li navçeya Besnî ya Semsûrê jî bi sedema erdhejê gelek avahî hilweşiyane û li gorî tespîtên ewil bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.

Nivîskar û mamosteyê gundê Îznîkê yê navçeya Besniyê Faîk Ocal li ser Twitterê hewl da rewşa xirab a navçeyê raxe ber çavan û daxwaza alîkariyê ji bo mexdûran kir.

“Gund bi temamî wêran bûne”

Faîk Ocal got, “Banga her kesî heye, rewşa Besnî ya Semsûrê û gundên wê gelekî nebaş e. Ji kerema xwe alîkariyê bikin.

 

 

Piştre Ocal ev tişt parve kir:

“Ez ji gundê Îznikê yê Besnî ya Semsûrê diaxivim. Di wêneyê de hûn dibînin ku malbatek hevdu hembêz dike. Ji wê malbatê tenê zarokek ciwan sax ma. Yanî gelek malbat hene. Tenê li Besnî û gundên wê bi hezaran mirî hene. Ji kerema xwe ji bo alîkariyê tevbigerin. Ez li vir im...

Semsûr Besnî. Di depoya ku li şûna morgê de tê bikaranîn me 3 miriyên xwe wergirtin. Me bi derfetên xwe veşartin. Rica dikim alîkariyê bikin. Hemî îmkanên xwe seferber bikin. Besnî û gundên wê bi taybetî navenda Semsûrê pir xerab in. Gundên ku bi temamî hatine wêrankirin hene.

Li Besnî ya Semsûrê li Bajarê Nû bi dehan avahiyên ku bûne xirbe hene. Ez sond dixwim ku di nav wan de bi sedan mirî hene. Û ez nikarim miriyên me jî derxim. Ji kerema xwe alîkariyê bikin. Rewş xedar e. Em ji bo her alîkariyekê li vir in. Hûn dikarin pêwendiyê bikin.

 

 

“Her cure nîqaşên siyasî li aliyekî bihêlin”

Daxwazek min ji bikarhênerên medyaya civakî jî heye. Her cure nîqaşên siyasî li hember ji bîr bikin. Niha ne dema wê ye. Em li vir bi demê re pêşbaziyê dikin. Em tenê daxwaza alîkariyê dikin. Ji kê tê ferq nake. Erdhejê pişta Semsûrê û Besnî şikand. Bawer bikin, bi deh hezaran mirî hene.

Dibêjin erdheja sedsalê. Bawer bikin, em wek Semsûr û Besnî hezar sal in diêşin. Cara ewil e ku em rastî felaketeke wiha tên. Alîkarî. Bi saziyên alîkariyê re têkilî deynin. Bikevin tevgerê. Ya herî xerab tenêtî û serma ye. Li vir pir sar e. Hewa ji cenazeyan sartir e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst