Kilicdaroglu li Semsûrê: Li ser xetên erdhejê bajar nayên avakirin

09-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Kemal Kiliçdaroglu Semsûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu serdana Semsûrê kir û li wir got: “Pirsgirêka bingehîn, tê zanîn ku Tirkiyê li ser xeta erdhejê ye. Ji be wê divê tedbîr û planên vêya bêne kirin. Li ser xetên erdhejê bajar nayên avakirin, xanî nayên çêkirin.”

Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu ligel hejmarek parlamenter û şaredarên CHPê serdana parêzgeha Semsûrê kir, ku ji ber erdhejê zerareke zêde dîtiye. Kilicdaroglu derbarê erdhejê de ji welatiyan zanyarî wergirtin.

Mexdûrekî erdhejê ji Kilicdaroglu re got: “Mazot nayê, rûn nayê, şekir nayê. Hemû kes piskewît û çîkolata dişine. Bettaniye nayê. Dengê Semsûrê nehat. Du roj in Semsûr bû rojev. Haya kesekî ji Semsûrê nebû. Kesî nedigot Semsûr li ku derê ye? Dema dengdayînê tên çavê me derdixînin.”

Hinek welatiyan ji bo çûna bajarekî din ji Kilicdaroglu alîkarî xwestin û gotin: “Em dixwazin bi zarokên xwe re ji vêderê herin Stenbolê, hûn dikarin alîkariyê bidin me?”

Zilamekî got: “Temenê min 75 e. Dê û bav nemane. Xwedê êşa kezebê da me. Me got nede, da.” Jinekê jî got: “Mala min xirab bû. Pişta min xwar bû, zarokê min çû.”

Welatiyekî ku ji Rihayê bo alîkariyê çûbû Semsûrê got: “Li Taxa Cumhuriyetê ne elektrîk, ne av, ne AFAD û ne jî berpirsek, kesek tine. Mirov bi xwe termên xwe derdixînin. Taxeke 15 hezar kesî ye. Ez ji Rihayê bo alîkariyê hatim. Em sê roj in alîkariyê didin mirovan. Hûn çiqas alîkariyê bişînin em ê kêfxweş bibin.”

Kilicdaroglu jî bo welatiyan got: “Hûn dibêjin û televîzyon dikşînin. Em dê dengê we belav bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst