Li Cindirêsê hin malbat bi tevayî bûne qurbaniyên erdhejê

Hewlêr (Rûdaw) – Erdhejê roja berbanga roja Duşema 06ê Sibata ya navenda wê Mereşa Bakurê Kurdistanê, ji bilî çend bajarên Tirkiyê û wê perçeya Kurdistanê ziyaneke zêde gihandiye bajarên Rojavayê Kurdistanê ku herî zêde jî nahiyeyên Cindirês û Şiyê ne.

Dîmenên bajarokê Cindirêsê yê ser bi Herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, piştî erdheja roja Duşemê 06ê Sibatê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin.

Li Cindirêsê, hêj proseya lêgerîna li bin darûber û kavilên wêraniya avahiyên ruxiyayî, berdewam e.

Di rewşeke trajedîk de, hin kesan bêhtir ji 10 endmaên malbata xwe ji dest dane.

Hin malbat jî, bi tevayî bûne qurbaniyên vê erdheja ku ziyana wê ya herî gelek, li bajarokê Cindirêsê bû.

Endameke Tîma Kumsipiyan a Rizgarkirinê dibêje, heta roja sêyem piştî erdhejê, wan hêj hin deng ji bin kavilan dibihîstin, lê bi sedema nebûna amêrên pêwîst di destên wan de, gelek kes li bin kavilan canên xwe ji dest didin.

Endameke Tîma Berevaniya Sivîl li Cindirêsê – Efrîn got: “Hemû tîmên Berevaniya Sivîl, ji kesên xwebexş bi karê lêgerîn û rizgarkirinê radibin. Em gelek zehmetiyan  dibînin. Heta niha em dengan dibihîsin, dengên zarokan, dengên jinan, her çirkeyek derbas dibe em canan ji dest didin. Gelekî pêwîstiya me bi amêran heye, amêrên giran.”

Xelk ji tirsa dûbarbûna bûyera erdhejê, êdî malên xwe bicih dihêlin û newêrin vegerinê.

Erebekî hawirde li Cindirêsê Mihemed El-Heyanî jî got: “Piştî ku bi sedema erdhejê ziyan gihişte avahiya me, em li nav barhilgirê radizin, ji tirsa ku careke din erdhej dûbare bibe û avahî biruxê, em nikarin vegerinê.”

Erebekî Hawirde li Cindirêsê Yûsif El-Hesawî jî got: “Mal bi ser me de ruxiyan, ji bilî daran ji me re nemaye, em li jêr daran dimînin, ma em ê bi kûderê ve herin?!”

Erdheja ku roja berbanga roja Duşemê 06ê Sibata 2023yan li navçeyeke berfireh ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriyê, bû sedema canjidestdan û birîndarbûna bi hezaran xelkên wan welat û navçeyan.