Li Dîlokê 3 kes 76 saet piştî erdhejê ji bin kavilan hatin rizgarkirin

09-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Dîlok Rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 76 saet piştî erdhejê 3 kes ji bin kavilê avahiyekê hatin rizgarkirin.

Piştî erdhejên ku li herdu navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Meraşê çêbûn û bandor li ser 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê,  li Dîlokê ser avahiyên kavilbûyî xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dike.

Li taxa Batikentê ya navend ji bin kavilê avahiyê ya sîteya Ayşe-Polatê deng hat bihîstin û li ser cihê ku deng jê hat, xebat zêde bûn.

Piştî xebateke dûr û dirêj ekîb gihîştin 3 kesên sax. Ersîn û Mustafa Tabur û bavê wan Mîthat Tabur ji binê kavil hatin derxistin.

Birîndarên ku 76 saet piştî erdhejê ji binê kavil hatin derxistin, bi ambulansan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li ser heman kavilî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst