Sirûc - Zarokekî 5 salî yê ji Kobanî ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê kom dike
Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî 5 salî yê ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê li navçeya Sirûc a Riha ya Bakurê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê kom dike.
Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, her wiha Rojavayê Kurdistanê Sûriye hejand û li wan parêzgehan bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan.
Ehmed Mihemed ê 5 salî yê ku malbata wî di dema êrîşên DAIŞê de ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê koçberî navçeya Sirûc a Riha ya Bakurê Kurdistanê bûye li meydana wê navçeyê sindoqeke biçûk rakiriye û ji bo mexdûrên erdhejê ji xelkê daxwaza pereyan dike.
Ehmed Mihemed ê 5 salî ji Rûdawê re axivî û got, “Ez ji ber erdhejê alîkariyê kom dikim, ji bo Semsûr, Dîlok, Bazarcix, Elbistan û Mereşê em alîkariyê dikin.”
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca îro Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di erdhejan de heta niha 17 hezar û 406 kesan canê xwe ji dest dane û 71 hezar û 806 kes jî birîndar bûne.
Zarokê ji #Kobanî Ehmed Mihemed ê 5 salî li #Sirûc'ê ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê kom dike.#Erdhej pic.twitter.com/QW7668dKfx
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 9, 2023