Sirûc - Zarokekî 5 salî yê ji Kobanî ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê kom dike

09-02-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Sirûc - Zarokekî 5 salî yê ji Kobanî ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê kom dike
Sirûc - Zarokekî 5 salî yê ji Kobanî ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê kom dike
Nîşan Sirûc Kobanî Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokekî 5 salî yê ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê li navçeya Sirûc a Riha ya Bakurê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê kom dike.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, her wiha Rojavayê Kurdistanê Sûriye hejand û li wan parêzgehan bû sedema mirin û  birîndarbûna bi hezaran kesan.

Ehmed Mihemed ê 5 salî yê ku malbata wî di dema êrîşên DAIŞê de ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê koçberî navçeya Sirûc a Riha ya Bakurê Kurdistanê bûye li meydana wê navçeyê sindoqeke biçûk rakiriye û ji bo mexdûrên erdhejê ji xelkê daxwaza pereyan dike.

Ehmed Mihemed ê 5 salî ji Rûdawê re axivî û got, “Ez ji ber erdhejê alîkariyê kom dikim, ji bo Semsûr, Dîlok, Bazarcix, Elbistan û Mereşê em alîkariyê dikin.”

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca îro Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku di erdhejan de heta niha 17 hezar û 406 kesan canê xwe ji dest dane û 71 hezar û 806 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst