Li Riha û Kilîsê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Riha û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê ku ji ber erdejê li wan deran bi dehan avahî xirab bibûn, xebatên lêgerîn û rizgarkirina bi dawî hatin.
Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.
Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan ragihand, “Spas ji Xwedê re li bajêr xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên kavilan bi dawî hatin. Em ê birînê berdewam bipêçin û alîkariya birayên xwe yên li bajarê din bikin.”
Li Rihayê bi giştî 170 kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî 4 hezar kes birîndar bûn. Her wiha 253 avahî hilweşiyan.
Her wiha AFADê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir li Kilîs û Rihayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî hatine û ew tîmên ku heta niha li wir dixebitîn dê ji bo bajarên din werin şandin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya îro 9ê Sibata 2023an a li bajarê Osmaniyê de ragihand ku hejmara kesên canê xwe ji dest dane gihiştiye 16 hezar û 546 kesan û hejmara birîndaran jî 66 hezar û 132 e. Hejmara ew avahiyên hilweşiyane jî 6 hezar 444 in.