MEREŞ - Mîr Barzan ligel dê û bavê xwe piştî 73 saetan hatin rizgarkirin

09-02-2023
RÛDAW
Malbateke 3 kesî piştî 73 demjimêran hat rizgarkirin
Malbateke 3 kesî piştî 73 demjimêran hat rizgarkirin
Nîşan Erdheja Mereşê Mereş Mîr Berzan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mereşa Bakurê Kurdistanê piştî 73 demjimêran ji malbatekê 3 kes ji bin kavilên avahiyê bi saxî hatin derxistin.

Mîr Barzan, piştî 73 demjimêr sibeha roja Pêncşemê 9ê Sibata 2023ê ji vê avahiya li Mereşa Bakurê Kurdistanê hat derxistin. Karmendên tîma hawarçûnê weke kesûkarên wî kêfxweş bûn.

Piştre dayika Mîr Barzan Zelal Bagiş a 40 salî hat rizgarkirin.

Zelal bo nav ambulansê hat veguhestin  û jê hat pirsîn “gelo te hêvî dikir ku rizgar bîbî?”

Zelal Bagiş dibêje: “Ez yek bi yek spasiya hemûyan dikim. Baş e ku hene. Xwedê ji wan razî be. Hesteke cuda ye. Min bîr li rizgarbûnê dikir, hêvî ji Xwedê nayê birîn.”

Bavê Mîr Barzan, Elî Bagiş ê 55 salî jî û bi silametî hat derxistin.

Ali Bagiş jî got: “Ev jiyana mirovan rizgar dikin, kes nikare berdêla keda wan bide.”

Ew malbata 3 kesî piştî 73 demjimêran ji bin kavilên vê avahiya 12 qatî hat rizgarkirin. Avahî bi erdheja yekem a Mereşê re bi erdê re bû yek.

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê du erdhejan bi pileyên 7.8 û 7.7 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejand.

Piştî derbasbûna 3 roj bi ser erdhejê de nêzîkî 13 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe jidest dane û nêzîkî 63 hezar kes birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst