Zarokekî yek rojî li pêşiya mizgeftekê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şêxana Duhokê li hewşa mizgeftekê pitikek yek rojî hat dîtin ku li kêleka pitikê notek hatiye hiştin. Di notê de hatiye nivîsandin: “Em nikarin vî zarokî xwedî bikin, her kesê ku dikare xwedî bike, bila heqê xwe helal bike.”

Bûyer şeva bihorî li bakurê navçeya Şêxanê bûye û pitik di hewşa mizgeftekê de hatiye dîtin. Piştî ku ew zarokê bêxwedî hatiye dîtin, welatiyan agahî dane rayedaran.

Ji nexweşxaneya Şêxanê kesekî ku nexwest navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand, zarok li hewşa mizgeftekê li bakurê qezaya Şêxanê hatiye dîtin û niha li nexweşxaneyê ye.

Rêveberê Tendirustiya Şêxanê Dr. Kerîm Kemal da zanîn, pitik rakirine nexweşxaneyê û rewşa wê baş e.

Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nîsrî jî diyar kir ku zarok kur e û tenê rojek e ku ji dayik bûye.

Li gorî nûçegîhanê me, di notekê de ku li kêleka wî zarokî hatibû danîn, wiha hatiye nivîsandin: “Em nikarin vî zarokî xwedî bikin, her kesê ku dikare xwedî bike, bila heqê xwe helal bike. Xwedê xêra we binivîse.”

Di dawiya notê de jî hevoka “xwedê bi te re be”, hatiye nivîsandin.