Li Amedê şofêrên taksiyan daxwaza mafên xwe dikin

09-02-2022
Abdulselam Akinci
Wêne Rûdaw
Wêne Rûdaw
Nîşan Amed Şofêrên Taksiyan Xwepêşandan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - 914 şofêrên taksiyan li Amedê yên ku pilakaye karkirina wan a ticarî di 2009an de hatiye rawestansdin bi armanca carek din mafê texsîvaniyê bidest bixin xwepêşandek lidarxistin.

Di sala 2009an de di serdema şaredariya Osman Baydemîr de bi hinceta ku li Amedê hejmara texsiyan zêde ne ji aliyê Şaredariya Bajrê Mezin a Amedê ve ji 2000 hezar texsiyên heyî karkirina 914 texsî û texsîvanan hatîyê rawestandin. Ji ewro vir ve van texsîvanên Amedê ji bo carek din bidestxistina karkirinê têkoşîna hiqûkî didin.

Cîgirê Komeleya Texsîvanên Ticarî Hesen Nadîroglu dibêje “Bi xebateke ku hatiye kirin bêyî ku haya me pê bixin. Pîlaqeyên me hatin betalkirin. Piştre bi biryara dadgehê me biryara betalkirina pîlaqeyên xwe da rakirin. Lê pîlaqeyên me hê jî nehatine dayîn.”

Ji ber mexdûriyeta xwe tevî ku texsîvanan serî li dadgehê dane û dadgehê biryara şaredariyê daye sekinandin jî 12 sal in ew nikarin derkevin trafîkê û kar bikin.

Texsîvanê mexdûr Mihemed Bektaş got “Me mexdûr kirne, çardeh sal in me mexdûr kirine. Texsîvanên di piyasê de ne jî heqê me dixwin. Em mexdûr in yanî ha. Malê me ye lê nadin ha.”

Texsîvanê mexdûr Hecî Evdilletîf Oktay diyar kir ragihand “Van mirovan gişt mexdûr in. Em heqê xwe dixwazin. Em naçin bi zorê ji wan pîlaqe naxwazin, em dibêjin heqê me bidin me, pîlaqeyên me yên tescîlkirî bidin me.”

Texsîvanê Mexdûr  Mihemed Nûrî Sekman “Vaye emre min gîhaşt şêst salî, deh, duwanzdeh, sêzdeh nifûsê min in gişt xwendine gişt betalin li mal in. Ez ji te re bejim em tev mexdûr in.”

Di halê heyî de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dixwaze bi şêweyê îhaleya wek mezatê li gor pêwîstiya bajêr hejmarek texsî ji bo bajêr terxan bike lê ev yek bi dile texsîvanên mexdûr nîn in.

Texsîvanê mexdûr Aykût Kanay dibêje “Şaredarî di halê hazir vê dibêje. Dibêjim em li bajar geriyane û ji bo bajar pêwîstiya 190 texsî û texsîvanên nû heye. Şaredarî dibêje emê bi îsûla îhaleyê vê 190 kesî ji nav 914 kesan bigrin û em mafê texsîvaniyê ji 190 kesî difroşin. Ew dibêjin bi isûla mezatê weke 300 hezar lire fîyeta destpêkê bira 914 kes din av xwede bi vê isulê 190 kesî dîyar bikin. Em jî dibêjin ji xwe em mexdûr in heke me dozdeh sal in hatiye xespkirin bira 190 texsî û texsîvan bi rêbaza pişkê ji nav 914 kesên mexdûr werin hilbijartin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst