Derbarê Leyla Guven de dosyeke nû hat amadekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven de ku girtî ye bi îdîaya “propagandeya rêxistinê” dosyeke nû hat amadekirin û dadgehê ev dosyeya nû ligel dosya doza ku birêve diçe yek kir.

Li 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îro Çerşemê 9ê Sibata 2022ê rûniştina duyemîn a doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven ku ji ber propagandeya rêxistinê tê darizandinê birêve çû.

Leyla Guven bi rêya Sîstem Deng û Reng (SEGBIS) beşdarî dozê bû û parêzerê wê jî li dadgehê amade bû.

Li gor agahiyan derbarê Leyla Guven de dosyeke nû bi îdîaya "propagandeya rêxistinê" ji aliyê Serdozgeriya Enqerê ve hatiye amadekirin û ev dosye jî tevlî dosyeya doza heyî hatiye kirin.

Leyla Guven got, gotarên wê yên Kurdî xelet hatine wergerandin û bi armanca lêkolînê ji dadgehê daxwaz kir ku deng û dîmenên di dosyeyê de wek hincet hatine destnîşankirin ji wê re jî bên şandin. Li gor agahiyên parêzerê Guven belav kirine, rûniştina dozê heta 11ê Nîsana 2022ê hatiye paşxistin.