Firokeyên Artêşa Tirkiyê herêma Zap û Avaşîn bombebaran kirin

09-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku li herêma Zap û Avaşîn ser bi Başûrê Kurdistanê di êrîşeke asmanî de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî îro Çarşembê 9ê Sibata 2022ê peyamek belav kir û dibêje li herêma Zap û Avaşîn 5 gerîlayên PKKê destnîşan kirine û bi êrîşeke asmanî li wan dane û di encama vê êrîşê de wan 5 gerîlayan canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandina Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye heta niha derbarê vê êrîşa asmanî ya Artêşa Tirkiyê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Navenda Ragihandina HPGê herî dawî 31ê Çileya 2022ê daxuyaniyek belav kiribû û amaje bi wê yekê dabû ku firokeyên Artêşa Tirkiyê 29ê Çileya 2022ê êrîşeke berfireh a esmanî kiriye û bi giştî 32 caran nevçeyên Zap, Metina û Avaşîn bordûman kirine lê ti zerar negihiştiye wan.

Artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê 15ê Hezîrana 2020ê operasyona asmanî bi navê “Pence- Baz”, 17ê Hezîranê jî hêzên bejayî operasyonên bi navê “Pence-Piling” û di dawî ya Nîsana 2021ê de jî operasyona bi navê “Pence-Birûsk” da destpêkirin.

Rayedarên Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêjin 50 kîlometre di nav axa Herêma Kurdistanê de dijî PKKê şer dikin û bi armanca kontrolkirina navçeya Heftanîn û derdora wê ku tevgera PKKê bo Bakur-Başûr û Rojavayê Kurdistanê çêdibe operasyonên wan wek plan kirine berdewam dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst