CPJ daxwaz ji Rêveberiya Xweser dike qedexekirina Rûdawê hilweşîne

09-02-2022
RÛDAW
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Rojava Rêveberiya Xweser Komîteya Parastina Rojnamevanan CPJ RudawRojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Parastina Rojnamevanan daxwaz ji Rêveberiya Xweser dike biryara qedexekirina Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê hilweşîne û dubare moleta karkirinê bi medyakar û karmendên Rûdawê bide ji bo ku bi azadî û bê guvaş karê xwe bikin.

`Divê hewlên sansûrkirina Rûdawê rawestin`

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di daxuyaniyekê de li ser qedexekirina Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, divê “berpirsên Bakur Rojhilatê Sûriyê “rawestandina moleta karkirinê ya Tora Medyayî ya Rûdawê û hemû karmendên wê” hilweşîne, êrişên li ser karmendên wê rawestîne û “divê rê bi hemû rojnamevanan bide ku bi azadî û silametî kar bikin.”

Şerîf Mensûr, Kordînatorê CPJê bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku rêxistineke serbixwe û nehikûmî ya Amerîkî ye, dibêje, “Divê berpirsên Bakur Rojhilatê Sûriyê, hewlên xwe yên ji bo sansûrkirina Tora (Medyayî) ya Rûdawê rawestîne û lêkolîneke hûr li êrişên li ser karmandên wê bike.”

`Divê rê bi rojnamevanan bê dayîn`

Kordînatorê CPJê dibêje, “Divê rê bi rojnamevanan bê dayîn ku bi serbixweyî û bê cezakirin, rûmala navçeyê bikin, girîng nîne hesta hêzên asayişê di wê derbarê de çi dibe.”

Li gor daxuyaniya CPJ, daxwaz ji Hevserokê Beşa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mela Îbrahîm hatiye kirin, daxuyanî li ser rawestandina moleta karkirinê ya Rûdawê bide, lê red kiriye.

Biryara Rêveberiya Xweser

Fermangeha Ragihandinê ya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê roja Şemiyê, 05/02/2022, ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya li Qamişlo girt û hemû karên wê qedexe kir û îddîa kir ku “Rûdaw hewl dide wêneyekî neşêrîn ê dezgehên Rêveberiyê Xweser nîşan bide.”

Rûdawê li hember wê biryarê tekez kir, “Tora Medyayî ya Rûdawê vê biryarê wek biryareke bi temamî siyasî dihesibîne û wek tawanekê li hember azadiya karê medyayê li Rojavayê Kurdistanê dibîne.”

Karvedanên girtina ofîsa Rûdawê

Sekreterê Federasyona Navdewletî ya Rojanamevanan (IFJ) Anthony Bellanger jî îro li ser qedexekirina Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, daxwazê ji Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku biryara ragirtina moleta karkirina Rûdawê vegerîne û rê bide ku Rûdaw û karmendên wê bi azadî kar bikin.

Girtina ofîsa Rûdawê û qedexekirina karê wê li Rojavayê Kurdistanê karvedaneke zêde li pey xwe anî û Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, di daxuyaniyê de ew biryar şermezar kir û ragihand ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi hinceta `binpêkariyên rênimayan` bi hêzê hatiye girtin.

Rêxistina JASANA ya ji bo Azadiya Ramanê jî diyar kir, girtina Rûdawê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve “ne li gor prensîpa azadiya rojnamevaniyê ye li vê parçeyê Kurdistanê ku xelkê wê zêdetir ji sedsalî qurbaniyê nebûna azadî û demokrasiyê bûye, di demekê de hebûna pirîtiya medyayî li her welatekî bingeha sereke ya her sîstemeke demokrasiyê ye.”

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê biryara girtina ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve şermezar kir û ragihand ku bi wê biryarê derket holê ku Rêveberiya Xweser nikare tehemilê karekî rojnamevanî bike ku eger ne bi dilê wan be û naxwaze agahiyên li ser wê herêmê bighêjin cîhanê.

Komîteya Parastina Rojnamevanan jî girtina ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê û îşkencekirina tîma Rûdaw şermezar kir û diyar kir, rêgirîkirina karê medyayê, azadiya rojnamevanî û azadiya raderbirînê li gel wê daxwaza Rêveberiya Xweser hev nagirin ku behsa damezrandina sîstemeke demokratîk dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî derbarê girtina ofîsa Rûdawê ya li Rojavayê Kurdistanê ragihand, “Amerîka piştgiriyê li azadiya rojnamevanî, selametiya rojnamevanan û karmendên medyayê yên li hemû cîhanê dike.”

Ji destpêkê û heta roja 5ê vê mehê ku Rêveberiya Xweser biryara rawestandina karê Rûdawê da:

  • 6 caran ofîsa Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên rasterast hatiye
  • 2 peyamnêrên Rûdawê hatine derxistin
  • 3 karmendên Rûdawê rastî lêdanê hatine
  • 7ê kanûnê Asayişê tevahiya karmendên Rûdawê girtin
  • Gefa Kuştinê li tevahiya karmendên Rûdawê hatiye xwarin

`Biryar nikare Rojava û Rûdawê ji hev cuda bike`

Herwiha Rûdawê soza berdewambûnê da xelkê Rojavayê Kurdistanê û ragihand, “Em xelkê Rojavayê Kurdistanê jî piştrast dikin ku ev biryar bi tu awayî nikare Tora Medyayî ya Rûdawê ji veguhastina nûçeyên Rojavayê Kurdistanê rawestîne û nikare Rojavayê Kurdistanê û Rûdawê ji hev cuda bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst