Parlamenterekî lêborîn ji kolberan xwest

09-02-2022
RÛDAW
Nîşan Kolber Kolberî Rojhilatê Kurdistanê Behzad Rehîmî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê bajarên Seqiz û Bane di Parlamentoya Îranê de, Behzad Rehîmî piştî daxuyaniyeke xwe ku rastî nerazîbûneke zêde hatibû, lêborîn ji kolberan xwest. Rehîmî gotibû, “Kolber çek û alkolê vediguhêzin.” 

Nûnerê bajarên Seqiz û Bane li parlamentoya Îranê Behzad Rehîmî, roja 7ê vê mehê derbarê kolberan de gotibû “Kolber êdî kelûpelên navmalê yên wek sarinc û televîzyon venaguhêzin, lê alkol û çek vediguhêzin.”

Daxuyaniya wî parlamenterî ya derbarê kolberan de gelek karvedan li pey xwe anîn û rastî nerazîbûneke zêde hat.

Kolberî; barê giran û rêya dijwar

Kolber dibêjin, ji ber nebûna derfetên kar û rewşa xerab a aborî, xelkê bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe didin herêmên sînorî û hewl didin bi karê kolberiyê debara jiyana malbatên xwe bikin, lewma kolberan û xelkê nerazîbûneke zêde nîşanî wî parlamenterî dan.

Nûnerê bajarên Seqiz û Bane li parlamentoya Îranê Behzad Rehîmî jî li ser nerazîbûn û rexneyan got, “Eger hevpeyvîna min bûbe sedema dilgiranî vê çîna zehmetkêş, ez daxwaza lêborînê dikim û dê her hewlekê bidin ku derfetên kar ji bo xelkê herêmên sînorî bên dabînkirin.”

Pirsgirêkên kolberan

Salane bi dehan kolber di dema veguhestina kala û kelûpelan de, rastî êriş û teqeyên hêzên Îranî, bûyerên hatinûçûnê û bûyer û karesatên sirûştî dibin û di encamê de jiyana xwe ji dest didin an jî birîndar dibin.

Li aliyê din, Behzad Rehîmî roja Duşemê eşkere kiribû, di civîna hefteya derbasbûyî ya parlamenterên parêzgeha Sine û Serokomarê Îranê de, behsa pirsgirêkên kolberan hatiye kirin, lê çareserkirina wan pirsgirêkan demeke zêde dixwaze û nabe bikevin çarçova projeyeke bilez.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst