Qaçaxçî bi riya WhatsAppê penaberan dixapînin

10-02-2021
RÛDAW
Qaçaxçî bi riya WhatsAppê penaberan dixapînin
Qaçaxçî bi riya WhatsAppê penaberan dixapînin
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Qaçaxçî li ser riya WhatsAppê ji penaberan re name dişînin û li ser navê kosulxaneyan bi îdîaya vizeyê pere ji penaberan dixwazin.

Gelek riyên qaçaxçîtiya mirovan hene. Hinek ji wan taybetin, bi sînor yanî xelkê bi qaçaxî ji welatekî derbasî welatekî dikin, hinek ji wan malê qaçax ji cihekî dibin cihekî din, hinek qaçaxciyên asewarên dîrokî ne, hinek rola simsaran dibînin, hinek jî hene, bi navê qonsulxane û UN xelkê dixapînin û peran ji wan distînin.

Li Ewropa qaçaxçiyên Online derketine, nameyan ji penaberan re dişînin û ji wan re dibêjin, em ji aliyê UN ligel we diaxivin û Lem Şemla zarokên we (Mafê penaberan ku dikarin zarokên xwe jî bi awayekî yasayî bînin wî welatî) çêbûye, daxwaza pareyan dikin, beşekî mezin ji xelkê bawer dikin û têne xapandin, pereyan jî dişînin.

Yek ji wan kesan bi navê Haşim Hamo ye, ku ev zêdetirî salekê ye tevî hevjîna xwe li Durtmondê dijî, 2 zarokên wî li Rojavayê Kurdistanê mane ku temenê wan 15-11 sal in.

Qaçaxçiyek bi WhatsApp nameyekê jêre dişîne û dibêje, 14ê mehê sozeke we li konsulxaneya Almanî heye, Lem Şemla we çêbûye, û ji bo vîze û pereyên bilêta balafirê divê hûn 1500 Euro bişînin.

Birayekî wî bi navê Malik li Belcîka dijî, wan pareyan bi rêya Western Union jê re dişîne û tê xapandin.

Malik li cem polîsê bajarê Gent yê Belcîka gilî dike û hemû dokûmêntên xwe jî pêşkêş dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst