Bayern Munîh di Kupaya Klubên Cîhanê de derket finalê

Hewlêr (Rûdaw) - Bayern Munîh di Kupaya Klubên Cîhanê ya FIFAyê de tîma Al Ahly ya Misirî 2-0 têk bir û derket fînalê. Tîma Alman dê roja Pêncşemê li hember Tigresê fînal bileyîze.

Di nîvfînala Kupaya Klubên Cîhanê ya FIFAyê de şampiyonê Liga Şampiyonan ya Ewropayê (UEFA) Bayern Munîh û şampiyonê Lîga Şampiyonan ye Afrîqayê Al Ahlyê li Dubaiyê hatin pêşberî hev.

Tîma Alman di pêşbirka ku li Stadyuma Ahmed bîn Alî ya Dubaiyê de dileyizt bi ser ket.

Golên Bayern Munîhê di deqîqeyên 17 û 86emîn de ji aliyê listîkvanê Polonî Rober Lewandowski ve hatin avêtin.

Bayern Munîh dê di Fînalê de li hemberî tîma Meksîkayê Tigres bileyîze. Pêşbirka fînalê dê di 11 Sibatê roja Pêncşemê de bê leyîztin.

Bayern Munîh di vê kupayê de berê carek derketibû fînalê û di 2013an de tîma Fasê Raja Casabalancayê 2-0 têk biribû û kupayê biribûn muzeya xwe.

Kupaya Klubên Cîhanê ya FIFAyê cara yekem di sala 2000î de hate damezirandin û ev cara yekem e ku tîmeke Meksîkayê dertê fînalê.