Hêzên asayişê 6 mamosteyên din li Girkê Legê girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Şeş mamosteyên din li Dibistana Nûr a Taybet li Girkê Legê hatin girtin.

Hêzên Asayîşa Rêvegeriya Xweser li Girkê Legê, 6 mamosteyên din ên Kurd bi hênceta ku waneyên taybet û rêbazên hikûmeta Sûriyê bo xwandinê bikar anîne, desteser kirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, her yek ji Mirwan Mihemed, Nacî  Mûsa, Diyar Yûsif, Lazgîn Yeqûb, Fexredîn Îsa û Azad Xalid ji aliyê asayîşê ve hatine girtin.

Berî niha li her yek ji Amûdê û Dirbasiyê, çend mamoste bi heman sedeman hatibûn girtin û ji bo azadkirina wan mamosteyan xwepêşandan jî birêve çûbûn.

Rêveberiya Xweser ragihandiye, nabe waneyên taybet û rêbazên hikûmeta Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê bêne xwendin.

Celal Mihemed birayê mamosteyê girtî, Mirwan Mihemed di rêya peywendiyeke telefonî de ji Rûdawê re ragihand,  birayê wî mamosteyê Fîzîk û Kîmyayê bûye li gundê Elqosê û li gor rêbaz û programa xwendinê ya hikûmeta Sûriyê ders dida.

Celal Mihemed herwiha got, ew sedema girtina birayê xwe nizane û tekez kir, hêzên asayişê jî li ser girtina wî ti peywendî bi me weke malbatê re nekiriye.