Serokê IHD a Wanê ji bo koçberên winda banga alîkariyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan, ji bo wan 13 koçberên ku li ser sînorê Rojhilat û Bakur ji ber berf û bagerê winda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e, bang li aliyên peywendîdar kir bo ku ew kes bên dîtin.

Li gundê Nawîre ku dikeve ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, hejmareke koçberan ku hewl didan bi rêyên qaçax derbasî Bakur bibin li nav sînorê navçeya Ebex a ser bi Wanê ve ji ber berf û bagera zêde asê man û winda bûne û heta niha zanyariyek derbarê wan de nehatiye bidestxistin.

Li gor zanyariyên ku bi dest Rûdawê ketine, ji wê grûpa koçberan ku hejmara wan 150 kes bûye, 13 kesan ji ber sermayê canê xwe ji dest dane.  Ji wan kesên ku ji ber sermayê req bûne 3 ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ne. Koçberên din hinek jê hemwelatiyên Efxanistan û Pakistanê ne.

Murat Melet, Serokê Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) derbarê vê mijarê de û herwiha mirina wan koçberên li ser sînorê Rojhilat û Bakur, ji Rûdawê re axivî û aşkere kir ku malbatên koçberên ji Kobanî, xwe gihandine wan û daxwaza alîkariyê kirine.

Serokê Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan dibêje li ser vê mijarê wan jî dest bi xebatê kirine û got ku jibilî xelkên ji Kobaniyê, kesekî ji bajarê Makoya Rojhilat jî di nav wê koma koçberan de hebûye.

Murat Melet tekez jî kir ku ew li ser vê mijarê li gel muxtarê gundê Çîmen û rêveberiya leşkerî li wê herêmê ketine nav peywendiyê lê li gor gotina wî, hêzên leşkerî ji ber berfirehiya wê devera ku koçber di bin berfê de mane û herwiha ji ber şert û mercên zehmet ên keşûhewayê, diyar kirine nikarin tiştekî bikin û li bendê ne ku ji aliyê parêzgariyê ve jî rê bi wan bê dayîn.

Wî berpirsê Komeleya Mafên Mirovan amaje bi wê jî kir, heta niha zelal nebûye ka ew grûp ji çend kesan pêk tê û lê got ku behsa windabûna 13 kesan tê kirin û ragihand, “Malbatên wan jî li bendê ne çarenivîsa van kesan diyar bibe ka sax in an mirîne. Ew navçe ji ber şert û mercên keşûhewayê metirsiyê li ser jiyanê dirûst dike. Ji ber wê yekê pêwîst e aliyên peywendîdar demildest bikevin nav tevgerê ji bo dîtina van kesan.”

Murat Melet amaje bi daxuyaniya parêzgariya Wanê jî kir û got, tevî ku bûyerê li ser sînor rû da ye, lê ji aliyê herdu welatan ve jî ji bo rizgarkirin an jî dîtina wan kesan gaveke şênber nehatiye avêtin û got, “Parêzgarî dibêje, ‘em li bendê ne rewşa hewa asayî bibe’. Lewma di vê mijarê de pêdivî bi berpirsyariya raya giştî jî heye. Divê her kes berpirsyariya xwe bicî bîne û sax an jî mirî ev kes bên dîtin.”

Murat Melet bibîr jî xist ku her sal bi dehan kes li navçeyên sînorî canê xwe ji dest didin û got ku, “Keşûhewa, cografya, tedbîrên tund ên emnî li ser sînor û metirsiyên din, weke sedem tên nîşan dan lêbelê divê em sedema rasteqîn nîşan bidin” û herwiha got, “Xelk di van rêyan de hêviyên xwe, jiyana xwe ji dest didin. Ti kes bo kêfa xwe nakeve ser van rêyan. Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn dibin sedem ku ev kes malên xwe bicî bihêlin û koçber bibin. Sedema sereke şerên li vê erdgînariyê ne.”

Melet got jî, “Termên wan kesên ku par di werza zivistanê de canê xwe ji dest dabûn, piştî ku berf li wê navçeyê heliya hatin dîtin” û diyar kir, “ji bo ev xelk rastî vê çarenivîsê neyên” divê demildest karûbarên pêwîst bên kirin.

Serokê Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan tekez jî kir ku ew dê sibê bi şandeke ku berpirsên ji parêzgarî û qeymeqamiyê jî tê de beşdar in, biçin bo wê navçeya ku bûyer lê qewimiye.