Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ligel serokên fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê li ser pêkanîna hikumeta nû dicive.
Derbarê dema civînê de, Serokê Fraksyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Cemal Koçer ji Rudawê re aşkere kir, ku ew civîn dusibe roja Sêşemê tê encamdan.
Cemal Koçber got, biryar bû civîn sibe Duşemê 10ê Sibatê bihatiba lidarxistin, lê belê ji bo rojeke din hatiye paşxistin.
Serokê Fraksyona Komela Îslamî, Selîm Şûşkeyî jî ragihand, civîna Serokê Herêma Kurdistanê ya ligel fraksyonên Kurdistanî dê roja Sêşemê saet 11ê sibê bê lidarxistin, ji ber ku beşek ji fraksyonan li Bexdayê mane û hîna venegeriyane Herêma Kurdistanê.
Li gor zanyariyan, civîna Nêçîrvan Barzanî dê ligel serokên fraksyonan be û ji her partiyeke wan fraksyonan jî dê endameke polîtboruyê di civînê de beşdar bibe.
Di civînê de dê li ser yekhelwestiya Kurdan li Bexdayê û pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê gotûbêj bihê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse