BEDLÎS - Ajeldar di ser berfê re çilo ji ajelên xwe re dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Ajeldarên gundê Yogurtlu yê ser bi qezaya Xîzanê ya bajarê Bedlîsê bi kaşkaşokan çilo di ser berfê re ji ajelên xwe re tînin û didin wan ku payîzê li bilindahiyan birîne û kirine cêzî.

 

Keş û hewaya sar û seqem ku beşê rojhilatê Bakurê Kurdistanê girtiye, bandoreke nerênî li ajeldaran kiriye ku nikarin pezên xwe biçêrînin û neçar mane li mal bixwedî bikin.

 

Ajeldar Nezîr Karabaş dibêje: “Di payîzê de em çilo dibirin û li cihekî xwiya dikin cêzî. Kar ji ber sir û sermayê dijwar e, lê di heman demê de jî gelekî xweş e û demên xweş derbas dikin.”

 

Ajeldar, çiloyê bi daran ve didin ajelên xwe û daran jî ji bo xwegermkirinê dişewitînin û bi wî awayî sûdê ji wan dibînin.

 

Ajeldar Mahsun Karabaş dibêje: “Piştî birîna daran, em wan li vir kom dikin û heta sê-çar mehan bicîh dihêlin. Çilo hişk dibe, lê ji ber berfê nerm dibe. Em jî bi rêya kaşkaşokan geya û çiloyê komkirî ji dûrahiya sê kîlometreyan vediguhêzin gund û didin ajelên xwe.”

 

Li vê derê nêzîka du metreyan berf bariyaye, pileyên germayê 24 pile daketine jêr sifrê. Ajeldar ji tirsa aşûtê, girtina rêyan, metirsiyên din ên zivistanê û nebûna pûş û geya, nikarin ajelên xwe li derve biçêrînin, lewra neçar in geya û çilo bînin nav gund û di koxan de bidin ajelên xwe.