Wezareta Elektrîkê bersiva Rakan Cibûrî da

09-02-2019
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Elektrîk Rakan Cibûrî Wezareta Elektrîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Kontrola Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêma Kurdistanê berdewam li gor pêwîst elektrîk daye Kerkûkê û ji parêzgahên din ên Harêma Kurdistanê cuda nekiriye.

 

Rêveberê Kontrola Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê Umêd Ehmed, beşdarî Bernameyê Mijar ê Radyoya Rûdawê bû.

 

Umêd Ehmed diyar kir: "Wezareta Elektrîkê berdewam pişka Kerkûkê daye û di dema civîna çapemeniyê ya Parêzgarê bi Wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî de, ji Herêma Kurdistanê 105 megawatt elektrîk ji Kerkûkê re dihat şandin û li ser vê yekê jî berdewam dibin."

 

Parêzgarê bi Wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî di civîneke çapemeniyê de îdia kiribû ku Herêma Kurdistanê elektrîkê nade parêzgeha Kerkûkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst