Derbarê PAK, PDK-T û PSKê de doza girtinê hat vekirin

09-02-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Hersê partiyên bi navê Kurdistanê li gorî xala 2820 a Qanûna Partiyên Siyasî tên dadgehkirin
Hersê partiyên bi navê Kurdistanê li gorî xala 2820 a Qanûna Partiyên Siyasî tên dadgehkirin
Nîşan PAK PDK-T PSKê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê derbarê 3 partiyên ku peyva Kurdistanê di navê wan de hene doza girtinê vekir. Rêveberên van partiyan dibêjin partiyên wan bigrin û negrin jî ew ê tu caran dev ji peyva Kurdistanê û daxwazên kurdan bernedin û gav paşde navêjin.

 

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê derbarê 3 partiyên Bakurê Kurdistanê de, bi hinceta ku di navê wan de "Peyva Kurdistanê" heye, doza girtinê vekir.

 

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-Tirkiye) ketin ber doza girtinê.

 

Rêveberên PSKê bal dikişînin serdozgeriyê ji wan xwestiye ku peyva Kurdistanê ji navê partiya xwe derxin û daxwaza fermîbûna zimanê kurdî jî nekin lê ew ê tu caran dev ji mafên kurdan bernedin.

 

Dernarî vê yekê de Alîkarê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ji Rûdawê re wiha got: “Ev biryar çareserî nîne ji bo Tirkiyeyê. Ev biryar dê baweriya me, xebata me zêdetir bike, me bihêztir bike û em dê vê meseleyê biparêzin. Ev dê bibe şerekî hiqûqî di navbera me û dewletê de. Her çiqas ew meseleyeke hiqûqî nebînin jî em wek meseleyeke hiqûqî dibînin û aliyekî wê yê din jî siyasî ye. Em dê rê nedin ku wisa bi hêsanî vê partiyê bigrin.”

 

Yek ji partiyên ku doza girtinê lê hatiye vekirin PDK Tirkiye ye. Lê rêveberên partiyê di wê baweriyê de ne ku ji vê dozê dê tu biryareke nerênî dernekeve û partiya wan neyê girtin.

 

Serokê Giştî yê PDK Tirkiyeyê Mihemed Emîn Kardaş jî got: “Em ne partiyeke çekdar in û ne partiyeke binerd in. Em partiyeke legal, şefaf û yasayî ne. Di şertên heyî de, di şertên ku zagonên navneteweyî, peymanan wan bi cîhanê re bi navneteweyî re çêkirine, li gorî van peymanan me be partiya me nayê asêkirin.”

 

Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) jî çend meh berê di kongreya xwe de navê partiyê weke Partiya Komunîst a Kurdistanê guhertibû. Rêveberên KKPê jî dibêjin dewlet naxwaze bi navê kurd û Kurdistanê tu xebatek bê kirin û ev doz jî li dijî daxwaza mafên neteweyî ya Kurdan e.

 

Rêveberê Navenda Giştî yê KKPê Yaşar Kazici jî dibêje: “Komara Tirkiyeyê hebûna xwe li ser tenebûna kurd û Kurdistanê ava kir. Ev polîtîka demeke dirêj berdewam kir. Lê bi têkoşîna gelê me niha Kurdan qebûl dikin lê îcar Kurdistanê qebûl nakin. Em dê bi têkoşîna xwe careke din Kurdistanê jî bidin qebûlkirin û em dê bikaranîna navê Kurdistanê di sazî û dezgehên xwe de berdewam bikin.”

 

Hersê partiyên bi navê Kurdistanê li gorî xala 2820 a Qanûna Partiyên Siyasî tên dadgehkirin. Li gorî xala 68an a Makezagona Tirkiyeyê bikaranîna navê Kurdistanê, di bernameyê de daxwazkirina mafên gelê kurd û perwerdehiya bi zimanê kurdî weke cudaxwazî tê binavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst