KERKÛK – Heşda Şeibî zeviyên Kurdan li Ereban belav dike

Kerkûk (Rûdaw) – Li gor çendîn nivîsarên fermî, Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî, rojane malbatên Ereb ji naverast, başûrê Iraqê û navçeyên erebnişîn ên derdora Kerkûkê tîne nav bajarê Kerkûkê û zeviyên Kurdan ên niştecihbûn û çandiniyê li wan belav dike.

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala borî, ew bajarê Kurdan aramî anîbûyê, bû cihek ku ti garantiyek bo jiyanê têde nemîne. Herwiha di Befranbara 2017ê de li Kerkûkê 8 kes hatin kuştin û termên wan li cihên cuda hatin dîtin. Lê heta niha kesek li ser wan tawanan nehatiye girtin.

 

Xelk çawa diçe Kerkûkê?

 

Astengên çûna ji Herêma Kurdistanê bo nav bajarê Kerkûkê, bêzarker û gelek metirsîdar in. Ji ber ku eger mirov bixwaze ji Qere Hincîrê ber bi Kerkûkê ve biçe, êdî serbazgehên Iraqê û bazgehên cuda cuda tên dîtin. Bazgeha Heşda Şeibî, Bazgeha Antîterora Iraqê û Bazgeha Polîsên Federal. Her bazgehek bi şêwazê xwe pirsyaran ji morov dikin û eger Kurd bî, hinceteke baş e daku te ji otomobîlê peya bikin, dest bi pişkinîn û pirsyaran bikin.

 

Şevên Kerkûkê

 

Berî ku bibe êvar, dikandar yekser kelûpelên xwe kom dikin û xwe dighînin malê xwe. Bi taybetî li tax û navçeyên Kurdî her dema ku dibe êvar, tirs baskê xwe bi ser navçeyê de dikşîne û kuştin, girtina ser malan, dizîkirin û revandin dibe pîşeyê beşek ji wan hêzên cuda cuda yên nav bajarê Kerkûkê. Li gor agahiyên Rûdawê, tenê di meha 12 a sala borî de, 8 kes li navçeyên kurdnişîn hatine kuştin, 9 kes hatine revandin. Pênc bi pereyan hatine azadkirin û du kesên hatine revandin jî xwîşk in.

 

Li nav çayxaneyeke taxa Rehîmawa ya Kerkûkê ku taxeke kurdnişîn e, hejmarek xort rûniştine, mijar jî mijara dizîkirin, revandin û girtina bi ser malan de ye. Yek ji wan xortan wiha dibêje: “Em sê bira, du xwîşk û dayîk û bavê min, her şev yek ji me heta sibehê ranaze û nobetê digre, ji ber heta niha çend kesan xwestine werin ser mala me, bi teqekirin reviyan û em bi silametî rizgar bûn.”

 

Xortekî din jî da zanîn ku ew kesên bi ser malan de digrin bi zimanê Erebî diaxifin û wesayîtên leşkerî bi wan re ne. Yekî din jî got ku hefteya borî 4 kesan bi ser mala wan de girtiye û wiha axifî: “Yekî ji wan got bilez çi pere û zêrên we hene radestî me bikin, eger na hevjîna te dibin, loma me hemû pere û zêrên xwe dan û min lave ji wan kir daku hevjîna min nebin û me nekujin, nêzîka 20 hezar dolar û 70 misqal zêrê me birin.”

 

Saet bû nehê şevê, xwediyê çayxaneyê got ku êdî divê çayxaneyê bigire. Du hefte berî niha jî xortekî Kurd li ber wê çayxaneyê bi guleyan hat kuştin.

 

Ligel rewşa ewlekariyê ya xirab, bi giştî xelkê Kerkûkê ji ber nebûna elektrîkê dinalînin, piştî saet 10ê şevê jî bajar dibe tarikîstan. Xelk ji tirsa dikeve hundir û kes li derve namîne.

 

Malbenda YNKê li Kerkûkê


Malên wan hemû berpirsên Kurd ên ku bajar bicîh hiştine niha bûne baregahên çekdarên Heşda Şabî û hinek tax ji hev qut kirine û beton danîne.

 

Li beramber Malbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), baregahekî milîşiyayên Esayîbî Ehlî Heq heye, ala Iraq û Heşda Şabî li ser berba dibe, lê baregahê YNKê, ne ala YNKê û ne jî ya Kurdistanê li ser e.

 

Li Malbenda YNKê civîn hebû û mijar jî hilbijartin û xweamadekirina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bû ku biryar e di 12ê Gulana 2018ê de bên kirin.

 

Cîgirê Berpirsê Malbenda YNKê Rewend Mela Mehmûd, li odeya xwe ligel endamên YNKê hevdîtin dikirin û digot ku ew li ber ceribandike dijwar de ne. Gazin ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikirin ku li Kerkûkê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê boykot kirine.

 

Rewend Mela wiha dibêje: “PDK bi xwerêxistina ligel Bexdayê ve mijûl e, lê hilbijartinên Kerkûkê boykot kirine, ji bo me girîng bû PDKê hilbijartin boykot nekiriba, ji ber wek YNKê bo me ya girîng ne ew e xelk deng bide YNKê, lê em dixwazin deng bidin Kurdan.”

 

Berpirsê Malbenda YNKê ya Kerkûkê Aso Mamend serpereştiya civênên berfireh dikir û mijar jî her hilbijartin bû. Aso Mamend da zanîn ku niha Heşda Şabî zeviyan niştecihbûnê li alîgirên xwe belav dike û got: “Divê Ebadî bersiva wê pirsyarê bide, berpirsên leşkerî yên Heşda Şabî parêzgar in an serokê şaredariyê ku wiha zeviyan bidin xelkê xwe? Em vê jê qebûl nakin û em dê hemû rêyan bidin pêşiya xwe ligel rêyên serbazî jî, lê em rê nadin ev guhertina demografiyê berdewam be.”

 

Demografiya Kerkûkê tê guhertin

 

Li gor çendîn nivîsên fermî, Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd, rojane malbatên Ereb ji naverast, başûrê Iraqê û navçeyên erebnişîn ên derdora Kerkûkê tine nav bajarê Kerkûkê û zeviyên Kurdan ên niştecihbûnê li wan belav dike. Herwiha zeviyên cotkarên Kurd jî dide cotkarên Ereb. Wate li Kerkûkê guhertina demografiyê hemû aliyek li xwe girtiye. Yek Ala Kurdistanê li wî bajarî nayê dîtin û li cihê her Alayeke Kurdistanê alayeke Iraqê berba dibe.

 

Bierebkirin an jî guhertina demografiyê gehiştiye nav dibistanan jî. Di vê derbarê de xwendekarên zanîngehê ji Rûdawê re gotin: “Serokên beşên me di salona ezmûn û yekem roja ezmûnan de bi dengekî bilind û bi zimanê Erebî ji me re gotin ku her xwendekarek bi zimanê Kurdî bersiva pirsan bide, ti puanekê wernagire.”

 

Dizîna otomobîlan

 

Grûbên çekdar ên bi maske, nava rojê otomobîlên niştecihên Kerkûkê direvînin. Dema wesayîta xwe diajo û ber bi cihekî ve diçî, divê te xwe ji wê yekê re amade kiribe ku grûbên çekdar rêya te bigirin û otomobîla te ji te bistînin. Di meha Çileya borî de 18 otomobîl hatine dizîn.

 

Xortek ku otomobîla wî jê hatiye standin wiha dibêje: “Ez ber bi malê ve diçûm, grûbeke çekdar a bi maske û cilên leşkerî rêya min girtin, ez anîm xwarê û bi destikê demançeyê têra min li min dan û otomobîla min birin. 25 roj e pey otomobîla xwe de digerim lê tiştek bidest min neketiye.”