Parêzgariya Amedê qadên mitîngan diyar kir

 

Amed (Rûdaw) - Parêzgeriya Amedê ji bo mitîngên sala 2015an cîh diyar kir.

Parêzgariya Amedê di malpera xwe ya fermî de cîh û riyên ji bo mitîng û xwepêşananên sala 2015an diyar kir.

Li gorî daxuyaniya malpera parêzgariya Amedê, li Qada Îstasyonê,  Qada Newrozê, û Navenda Fuara Tuyapê lidarxistina mitîng û xwepêşandanan serbet e.

Herwiha parêzgariyê di daxuyaniyê de agahî derbarê guzergehên xwepêşandanan de jî da.