SINE - Çalakvanekî Kurd hat desteserkirin

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sine Efşîn Husên Penahî Îran Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê çalakvanekî Kurd desteser kir.

Efşîn Husên Penahî çalakvanê sivîl û birayê Ramîn Husên Penahî ji aliyê Hêzên Îtlaatê yên Îranê (hêzên îstixbaratê yên Îranê ne) ve li Sineyê hat desteserkirin.

Efşîn Husên Penahî bi civînan û “plandanîna li dijî desthilatê” tê tometbarkirin.

Emced Husên Penahiyê birayê Efşîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Hêzên Îtlaatê doh bi 4 otomobîlan çûne cihê karê birayê wî û ew desteser kiriye.

Emced Husên Penahî diyar kir ku birayê wî çalakiyên sivîl dikirin û dibe ku ji ber wan çalakiyan wî be.

Emced Husên Penahî her wiha da zanîn, ji bo ku zext li ser dayîka wan bikin ku serdanên xwe yên malbatên qurbaniyên xwepêşandanan û girtiyên siyasî rawestîne.

Keywan Kemanger çalakvanê sivîl û hevalê Efşîn Husên Penahî ji Rûdawê re ragihand ku îro li Şaxê Taybet ê Tohmetên Ewlehiyê li Dadgeha Sineyê ji hevjîna Efşîn Husên Penahî re hatiye ragihandin ku hevjînê wê bi tohmeta beşdariya civînên li dijî ewlehiya Îranê hatiye desteserkirin.

Hatiye ragihandin ku biryara girtina mehekê jê re hatiye dayîn.

Efşîn Husên Penahî li bajarê Sineyê çalakvanekî navdar ê sivîl e û birayê Ramîn Husên Penahî ye ku 8ê Îlona 2018an hatibû îdamkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst