Li Semsûrê tankerek û otomobîlek li hev qelibîn: Gelek mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê tankereke benzînê û otomobîlek li hev qelibîn.
Di qezayê de 4 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan li ser rêya sereke ya Semsûrê û navçeya wê ya Bêsniyê tankereke benzînê û otomobîlek li hev qelibîn.
Li gorî zanyariyên destpêkê di qezayê de 4 kes li cihê bûyerê mirine û 4 kes jî birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.
Tîman term jî birin morga heman nexweşxaneyê.
Li gorî amarên Serokatiya Trafîkê ya Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê, sala 2024an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 623 hezar û 148 qezayên trafîkê çêbûne.
Di wan qezayan de 2 hezar û 713 kes mirine û 388 hezar û 644 kes jî birîndar bûne.
Sedema sereke ya qezayan leza zêde bûye.