Îlham Ehmed: Amerîka û Fransa dikarin leşkeran li herêmên sînorî bi cih bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlhamê Ehmedê ragihand ku Amerîka û Fransa dikarin leşkeran li herêmên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê bi cih bikin.

Çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji Kanûna Pêşîn a 2024an ve êrişên xwe yên li ser herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de zêde kirine.

Di navbera HSD û komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê şer û pevçûnên tund derdikevin.

Her wiha artêşa Tirkiyeyê jî bi balafirên şer herêmê bi dijwarî bombebaran dike.

“Em amade ne berpirsyariyê bigirin ser xwe"

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlhamê Ehmedê ji televîzyona Fransî TV5 Mondeyê re got:

"Amerîka û Fransa bi rastî dikarin hemû sînor bixin bin ewlehiyê xwe. Em amade ne ku koalîsyona leşkerî vê berpirsyariyê bigire ser xwe."

Îlham Ehmedê her wiha got, "Em ji Fransiyan dixwazin ku ji bo ewlehiya herêma bêçek û parastina herêmê û avakirina têkiliyên baş bi Tirkiyeyê re, leşkeran bişînin ser sînor.

Eger Fransa Tirkiyeyê îqna bike ku hebûna xwe ya li ser sînor qebûl bike, em dikarin dest bi pêvajoya aştiyê bikin.

Em hêvî dikin ku hefteyên pêş me her tişt çareser bibe.”

Helwesta Amerîka û Fransayê

Piştî ku komên çekdar ên ser bi Şamê ve bi pêş ve çûn û desthilata Esed rûxiya, Amerîka niha di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hewl dide ku agirbestê pêk bîne.

Enqereyê hişyarî da ku eger YPG daxwazên Tirkiyeyê bi cih neyîne, dê sînor derbas bike li Rojavayê Kurdistanê operasyonê bike.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron destpêka hefteyê borî got ku Parîs dê HSDyê bi tenê nehêle.

“Divê Kurd di pêvajoya veguhastina siyasî de cih bigirin”

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di konferansa çapemeniyê ya li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken de li Parîsê wiha got:

"Divê Kurdên Sûriyeyê di vê pêvajoya veguhastina siyasî de cihê xwe hebe.

Em vê deyndarê wan in ji ber ku ew di şerê li dijî DAIŞê de li kêleka me şer kir."

Jean-Noel Barrot her wiha got:

"Em dê hem ji bo nîgeraniyên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyeyê bên parastin hewlên xwe bidomînin û hem jî mafên ji bo beşdarbûna tam a Kurdên Sûriyeyê di avakirina paşeroja welatê wan bê misogerkirin hewl bidin."

Antony Blinken jî diyar kir ku girîng e ku HSD erka xwe ya parastina zêdetirî 10 hezar çekdarên girtî yên DAIŞê bidomîne û got:

"Em bi hevalbenda xwe Tirkiyeyê re bi awayekî nêzîk dixebitin da ku em vê guherînê bi rê ve bibin.

Ev pêvajoye dê hinekî wext bigire."

Li Sûriyeyê nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkayê hene û ev leşker ji bo rêlibergirtina xurtbûna DAIŞê bi HSDyê re dixebitin.

Rayedarekî Fransî ragihand ku ji wê demê ve ku Fransa piştgirî dida HSDyê, bi dehan hêzên taybet ên Fransî li herêmê ne û Parîs çek û perwerdeyê jî pêşkêş dike.