BEDLÎS - Sir û serma û qeşayê jiyan rawestandiye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bedlîs û hinek navçeyên wê sir û serma û seqem û qeşayê bandoreke neyînî li jiyana rojane ya xelkê kiriye û hema bêje jiyan rawestandiye.

Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bêdlîsê ya Bakurê Kurdistanê, mijeke zêde heye.

Berf û baran nabare lê her derê sir û qeşa girtiye û xwîsik ketiye ser dar û kulîlkan.

Sermaya zêde hişk û tund bandoreke neyînî li jiyana rojane ya xelkê dike.

Her wiha di ha tû çûna otomobîlan de jî pirsgirêk derdikevin.

“Li nav bajêr hişkî û serma heye”

Niştecihê Bedlîsê Zakir Tarlan got:

“Li welatê me Serhedê zivistan gelekî sar e, ewilî jî û şûn de jî. Berê zivistanê me gelekî tund bûn.

Lê îsal zivistana me dereng hatiye.

Li serê Çiyayê Nemrûdê gelek berf hatiye lê li nav bajêr berf nehatiye. Li nav bajêr hişkî û serma heye.”

Her çi qasî li herêmên bilind û bejahî berf zêde be jî li nav bajêr berf gelekî kêm e.

Lê sir û qeşaya zêde jiyana li nav bajêr rawestandiye.

“Dema berf dereng dimîne, nexweşî jî zêde dibin”

Kesekî bi navê Hakan Okay jî got:

“Salên berê di vê demsalê de 2-3 metreyan berf dihat. Îsal carekê du caran bariya û dûv re heliya.

Hewa sar e  lê berfê hîn dest pê nekiriye. Li çiyayên me berf zêde ye lê li navenda bajêr zêde berf tune.

Dema berf dereng dimîne, nexweşî jî zêde dibin.”

Di nav vê serma û qeşayê de li heman navçeyê endamê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê çalakiyeke balkêş li dar dixin.

Bi armanca parastin û pîsnekirina Gola Wanê rojane di nav golê de avjeniyê dikin.

“Bila Behra Wanê temîz û paqij û şîn bimîne”

Alîkarê Serokê Komeleya Çalakvanên Gola Wanê Maşallah Ozel jî got:

“Temaşevanên me niha dibêjin aktîvîstên Gola Wanê dîsa dîn bûne, hatine dikevin Gola Wanê.

Em dîn nebûne armanceke me heye, em dibêjin bila Behra Wanê temîz û paqij û şîn bimîne. Armanca me ev e.”

Komeleya Çalakvanên Gola Wanê bi armanca parastin û danasîna Gola Wanê hatiya avakirin û çalakiyên ji bo jîngeh û xwezayê dike.

Komele ji bo parastina Gola Wanê ji hikûmetê derxistina Yasaya Parastina Gola Wanê xwestiye.