Li Dihokê cêrekî 8 hezar salî hat dîtin

10 demjimêr berê
Nîşan Dihok Cêr Cihên Şûnwarî Roviya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Roviyayê ya Dihokê cêrekî 8 hezar salî hat dîtin.

Ev cêr di encama xebatên hevpar ên Şûnwarên Dihokê û Zanîngeha Udîneyê ya Îtalyayê de hat dîtin.

Birêvebirê Giştî yê Şûnwarên Herêma Kurdistanê Keyfî Mistefa ji Rûdawê re da zanîn ku temenê vî cêrî 8 hezar sal e.

Keyfî Mistefa daxuyand ku berê ji ber xebatên çêkirina rêyan xisar gihaye cihê ku cêr lê hatiye dîtin.

Li hêla din, li heman devera ku cêr lê hatiye dîtin şûnwarên du jûran jî hatine dîtin.

Xebatên tîman didomin/Wêne: Rûdaw

Cêr û jûrên şûnwarî li Deşta Navkorê ya li herêma Goranetiyê hatine dîtin.

Du projeyên şûnwariyê yên bi navên Girê Asingeran û Kanî Espehan berdewam dikin û ev berhem di çarçoveya wan xebatan de hatine dîtin.

Keyfî Mistefa diyar kir, "Li gorî cih, ev cêr di dema xwe de ji bo hilgirtin û veguhastina genim di nav malê de hatiye bikaranîn."

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê jî dîtina cêr û her du jûran ragihand û diyar kir ku temenê wî cêrî 8 hezar sal e û ji bo veguhastin û hilanîna genim hatiye bikaranîn.

Xebatên tîman didomin/Wêne: Rûdaw

Her du jûr jî bi kerpîçan li ser girekî hatine çêkirin û li gorî lêkolînan, “Ev jûr taybet bûn ji bo kesayetiyên civakî yên civaka wê serdemê.”

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê diyar kir, ev berhem delîlên wê yekê ne ku beriya niha bi hezaran salan li vê herêmê hilberîn hebûye.

Xebatên tîman didomin/Wêne: Rûdaw

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst