Nêçîrvan Barzanî û Fermandar Joel B. Vowell civiyan

09-01-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê Fermandar Joel B. Vowell
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê bi Fermandarê Sûriye û Îraqê yê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê Fermandar Joel B. Vowell û şandeya pê re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de mijarên wekî “têkoşîna bi metirsiya terorê re û nehiştina DAIŞê” hatin nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku mijarên wekî “êrişên terorîstî yên li Îraq, Sûriye û herêmê”, “perwerde û şêwirmendiya leşkerî” jî di vê civînê de hatine gotûbêjkirin.

Di civînê de hat destnîşankirin ku ji bo nehiştina DAIŞê û metirsiya terorê divê Hevpeymaniya Navneteweyî bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hevkariyê bike.

Her du aliyan da zanîn ku divê li Îraqê hêzên leşkerî û karmendên Hevpeymaniya Navneteweyî werin parastin.

Herwiha amaje pê hat dayîn ku divê li Îraqê teror careke din xurt nebe û êrişên dawiyê yên li Herêma Kurdistanê jî hatin nirxandin.

Xeyn ji van mijaran, babetên wekî “yekkirina Pêşmergeyan, krîza li Rojhilata Navîn, şerê li Xezeyê û berjewendiyên hevpar ên her du aliyan jî” di hevdîtinê de hatin nirxandin.

Li aliyê din, hat ragihandin ku şandeya bi Joel B. Vowell re ji leşker û dîplomatan pêk hatiye.

86 endamên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê hene. Ev hevpeymanî sala 2021ê hat avakirin û Joel B. Vowell Tebaxa 2023yan bû fermandarê wê.

Nêçîrvan Barzanî û Fermandar Joel B. Vowell

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst