SIWÊREG - Gundiyên Keloşka Mala Hecî Mehmo dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, gundiyên Keloşka Mala Hecî Mehmo xwest ku rêya gundê wan bê çêkirin.

Rêya gundê Keloşka Mala Hecî Mehmo xirab e û tevî hemû serlêdanên wan heta niha nehatiye çêkirin.

Welatiyê bi navê Vedat Buyukçay, ji ber ku rê nîne her roj kurê xwe 200 metreyî li pişta xwe dike û digihîne minîbusa dibistanê.

Vedat Buyukçay got ku ji ber zivistan û xirabûna rê, nikarin bi otomobîlan biçin mala xwe û zarokên wan ên diçin dibistanê mexdûr dibin.

Buyukçay, dîmenên rêya gund a xirab ji Rûdawê re şandin û bangî Şaredariya Siwêregê kir ku pirsgirêka wan çareser bike.