DAIŞiyan li Xurmatûyê du şivan revandin

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li herêma Rezgeyê ya Xurmatûyê du şivan revandin.

Şewirmendê Ewlehiyê yê Parêzgeha Selahadînê Kawe Şêxanî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Çend rojên dawiyê li Rezge, Fethe û Dolîşayê tevgereke berdewam a DAIŞê heye.

Evara duşemê jî çar çekdarên wan bi motorsîklêtan du şivanên Ereb revandin.”

Li aliyê din, hêzên Îraqê li dijî DAIŞê roja duşemê li Cebel Borê dest bi operasyoneke berfireh kiribû.