Tirkiyeyê êrişî gundewarên Minbicê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyeyê bi dronekê êrişî gundewarên bajarê Minbicê kir û di encamê de zerer gihişt mal û milkên xelkê.
Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, hêzên Tirkiyeyê bi dronekê hêzên Encûmena Leşkerî li gundê Qert Wêranê yê li rojavayê Minbicê kirin armanc.
Di encama wê êrişê de mal û milkên xelkê zerer dît.
28ê Kanûna Pêşîna 2023yan jî hêzên Tirkiyeyê bi dron û topbaranê sê gundên navçeya Minbicê kiribûn armanc û zererên madî çêbûbûn.