Li Mereşê erdhej

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mereş Erdhej Nûrheq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,1 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand demjimêr 22:20î li navçeya Nûrheqê ya Mereşê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê kûrahiya erdhejê 6,9 kîlometre bûye.

Derbarê zerer û ziyanên erdhejê de heta niha ti daxuyanî nehatine belavkirin.

6ê Sibata 2023yan li Mereşê du erdhejên bi hêzên 7,6 û 7,7 pileyan çêbûbûn.

Di wan erdhejan de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan zêdeyî 50 hezar kesî canê xwe ji dest dabû û bi 10 hezaran kes jî birîndar bibûn.

Herwiha di wan erdhejan de bi sedhezaran avahî hilweşiyabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst