Li Êlihê keçek li ber deriyê mala xwe daliqandî hat dîtin

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Hezo Daliqandî
A+ A-

Hewlê (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê zarokek li ber deriyê mala xwe daliqandî hat dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Êlihê debarê bûyerê de û ragihand ku wan lêpirsîn daye despêkirin lê heta niha kesek nehatiye desteserkirin.

Li gor agahiyên ji aliyê medyaya Tirkiyeyê ve hatîn belavkirin, 7ê Kanûna Paşîna 2024an li navçeya Hezoyê ya Êlihê malbatekê keça xwe li ber deriyê malê bi benan girêdayî û daliqandî dîtiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û wan zaroka keç biriye Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Li gorî îdiaya ew zaroka keç rastî destdirêjiyê hatiye û wan kesan piştre xwestiyê wê bixeniqînin ew û ew daliqandiye.

Herwiha hatibû îdiakirin ku derbarê bûyerê de hinek kes hatine girtin.

Derbarê van îdîayan de Serdozgeriya Komarê ya Êlihê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got:

“Hemû delîlên têkildarî lêpirsînê demildest hatin komkirin û wekî ku hin medyayên herêmî li ser medyaya civakî îdîa dikin, di vê qonaxê de derbarê bûyerê de ti kes nehatiye desteserkirin.

Lêpirsîna derbarê sedema xwekuştinê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Hezoyê ve bi hûrgilî dewam dike û lêpirsîn bi her awayî berdewam dike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst