Keça xwe bi 7 guleyan birîndar kir, hîn jî nehatiye girtin

09-01-2024
Jina birîndar / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Jina birîndar / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Koye Teqteq Jin Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bavekî beriya niha bi hefteyekê li sûka nahiyeya Teqteqê ya Koyeyê keça xwe bi heft guleyan birîndar kir lê hîn jî nehatiye girtin.

Jina 23 salî ya bi navê S.M. di nava hefteyekê de sisê caran hat amelîyatkirin û heft gule ji laşê wê hatin derxistin.

S.M. heta niha jî li nexweşxaneyeke Kerkûkê li beşa nexweşiyên giran tê dermankirin.

Dê û bavê wê beriya niha cuda bûne û ew jî bi dayîka xwe re dijî.

Beriya niha bi hefteyekê dema ji nexweşxaneya ku lê perestar e vedigeriya, li sûka Teqteqê rastî bavê xwe tê.

Bavê wê bangî dike û yekser guleyan lê direşîne, heft gule li laşê wê dikevin.

“Ez dixwazim were girtin û cezakirin”

Jina 23 salî ya ku ji ber tirsa bavê xwe êşa canê xwe bîr kiriye ji Rûdawê re wiha behsa bûyerê kir:

“Bavê min ti mesref li dêya min, xwişk û birayên min nedikir. Min jî ji naçarî dest bi xebatê kir.

Ez û dêya xwe û xwişkên xwe diçûn çinîna bamyayan û me heqê qûtê xwe derdixist.

Bavê min beriya niha bi çar pênc salan ji dêya min veqetiya. Ne me hevdû didît ne jî pêwendiya me hebû.

Wî ez li sûkê dîtim, bi qehr gazî min kir. Dema min çav lê kir bêyî ku haya min ji tiştekî hebe ez dam ber guleyan.

Ji bo parastina xwişk û birayên xwe ez dixwazim were girtin û cezakirin.”

Bavê S.M.yê li dezgeheke ewlehiyê karmend e, pênc zarokên wî hene lê ev 4 sal in ku dev ji wan berdaye û bi tiştekî wan re eleqedar nabe.

“Dikare van jî bikuje”

Dêya S.M.yê got ku ew gefa kuştinê li wê û tevên zarokên wê dixwe û berdewam kir:

“Ez bi zarokên xwe re dijîm, naxwazim jiyana wan di bin metirsiyê de be. Ez dixwazim ji ber bavê xwe bên parastin.

Bavê wan çavsoriyan dike, gefa kuştinê li wan dixwe. Yê ku dikare heft guleyan berda keça xwe dikare van jî bikuje.”

Keça birîndar giliyê bavê kiriye lê ew heta niha jî nehatiye girtin.

Li aliyê din, Rêvebirê Polîsê Teqteqê ji Rûdawê re destnîşan kir ku haya wan ji meseleyê nîne û heke gilî were kirin dê ew kes bê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst