Bernamzedên DEM Partiyê dê di weşana zindî de behsa projeyên xwe bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Bernamezedên şaredariyên bajarên mezin ên parêzgehên Wan, Mêrdîn û Amedê yên DEM Partiyê berî dengdana navxweyî ya di navbera dengderên wê de, bi weşaneke zindî behsa projeyên xwe dikin.
Yekem weşana zindî bernamzedên Wanê dikin û berbijêrên mêr 5 deqe û berbijêrên jin jî 7 deqeyan li ser proje û planên xwe yên derbarê wan parêzgehan de diaxivin.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) biryar daye bernamzedên xwe yên şaredariyan li gorî encamên dengdaneke navxweyî ya di nav dengderên xwe de diyar bike.
Ew dengdan di navbera 13-14ê Kanûna Paşîna 2024an de tê kirin.
Lê DEM Partî berî wê dengdanê derfetê dide bernemzadên xwe yên şaredariyên bajarên mezin ku di weşaneke zindî de behsa xebat û projeyên xwe yên derbarê wan şaredariyan de bikin.
Di vê çarçoveyê de biryar e bernamzedên her sê Şaredariyên Mezin ên Wan, Mêrdîn û Amedê yên Bakurê Kurdistanê beşdarî weşanên zindî bibin û ji dengder û xelkê wan parêzgehan re behsa projeyên xwe bikin.
Yekem weşana zindî di navbera bernamzedên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê demjimêr 20:00ê êvara 10ê Kanûna Paşîna 2024an dest pê dike.
Weşana zindî li ser hesabên medyaya civakî û Youtubê yên DEM Partiyê tê belavkirin.
Bernamzedên Wanê yên DEM Partiyê 12 kes in ku 3 jê jin in, dê li gorî rêzbendiya alfabeyê derkevin ser weşanê û yek bi yek behsa projeyên xwe bikin.
Mafê axaftinê yê bernamzedên jin zêdetir e û her yek ji wan 7 deqeyan diaxive. Ew dem bo berbijêrên mêr jî 5 deqe ne.
Weşana duyem jî roja Pêncşemê 11ê Kanûna Paşîna 2024an li gel bernamzedên Mêrdînê tê kirin ku 6 jê jin bi giştî 16 bernamzed in.
Weşana herî dawî roja Înê 12ê Kanûna Paşîna 2024an li gel bernamzedên Amedê tê kirin. Li Amedê jî ji tevahiya 15 bernamzedan 4 ji wan jin in.