Efrîn: Çekdar mal û milkên Kurdan difiroşin

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan Grûpên Çekdar Efrîn Frotina Xaniya Destdanîna Ser Malan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çend herêmên cuda yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve dest danîn 4 mal û dikanên welatiyên Kurd û ew firotin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarekî grûpa Cebheya Şamiyeyê li gundê Badinliyê yê navçeya Racoyê ya Efrînê dest danî ser dikaneke welatiyekî Kurd û 2 hezar û 500 dolarî firot çekdarekî din.

Herwiha çekdarekî din ê Cebheya Şamiyeyê li taxa Eşrefiyeyê ya Efrînê dest danî ser du xaniyên Kurdekî ji gundê Basofanê yê navçaye Şêreweyê û her xaniyek bi 700 dolarî firot çekdarekî din.

Li aliyê din, li gundên Dêr Soranê, Kefir Dilî, Mirata, Aşkan, Kefir Rom, Kefir Sefre û Korkan ên gundewarê Efrînê jî çekdarên grûpên Ehrar el-Şerqiye, Siltan Murad û Semerqendê yên ser bi Tirkiyeyê ve 354 darzeytûn birîn.

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an bi piştgiriya grûpên xwe yên çekdar êrişî herêma Efrînê kir.

18ê Adara heman salê, navenda bajarê Efrînê ket destên hêzên êrişkar.

Ji wê demê ve zetx û zorên li ser Kurdan berdewam dikin û Kurd bi awayekî plankirî ji warê bav û kalên xwe tên koçberkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst